Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rojbûna Ocalan li mala lê ji dayik bû hate pîrozkirin

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 73’yemîn, tevî hemû astengiyan jî li mala ku lê ji dayik bû bi stranan hat pîrozkirin

Welatiyên ku ji bo Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 73’yemîn berê xwe dan gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê, li gîşeyên derketina otobana Bêrecûk û Xelfetiyê rojbûna Ocalan bi coş pîroz kirin. Kesên li Amaraya bi sedan leşker û maşîneyên zirxî hate dorpêçkirin de kom bûn, li mala ku Ocalan jê dayik bû pîrozbahî li dar xistin.

Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan û parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan, kesên ji bo 4’ê Nîsanê hatin gund pêşwazî kirin û pîrozbahiyên wan qebûl kirin. Omer Ocalan ê li ber deriyê mala ku Ocalan jê dayikbûye axivî û wiha got: “Em di 4’ê Nîsanê de li Amarayê ne. Derdora gund hatiye dorpêçkirin. Destûr nedan ku gelê me were Amarayê. Herkesê xwest bi me re were Amarayê. Gel bi awayekî bêhiqûqî hate astengkirin. Astengkirin heta ber deriyê me jî hat.”

 ‘Divê li her bajarî were pîrozkirin’

Ocalan, dest nîşan kir ku herkes dikare li mala xwe li bajarê xwe 4’ê Nîsanê pîroz bike û wiha berdewam kir: “Dibe ku carna bi milyonan carna jî bi 15 kesan em li vir bin. Derdora gund dorpêç dikin û nahêlin mevanên me werin. Em careke din dibêjin; Rojbûna birêz Ocalan a 73’yemîn pîroz be. Pirsgirêka kurd bi muhatabiya birêz Ocalan dikare were çareserkirin. Ya rast diyalog û hevdîtine. Heke diyalog pêk were, dê li Tirkiyeyê aştiyeke bi rûmet pêk were.”

Piştî axaftinan hunermendan bi hev re strana “Ay Dîlberê” gotin û rojbûna Ocalan pîroz kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar