Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rojbûna Ocalan tê pîrozkirin

Navenda Nûçeyan |

Bi boneya 71’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Girtiyên PKK û PAJK’î û Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûyî ya Bi Malbatên Girtiyan a MED’ê (MED TUHAD-FED) daxuyanî dan. Di heman demê de li gelek deverên Kurdistanê jî bi heman boneyê şitlên daran û gul hatin çandin.

TEV-DEM

Di daxuyaniyê de TEV-DEM’ê ji ewil rojbûna Ocalan pîroz kir û got; “Jiyana Ocalan bi bûyerên şoreşgerî û exlaqî tijî û dagirtî ye. Xizmeta civak û mirovahiyê dike. Rêber Abdullah Ocalan ev 21 sal in dîlgirtiye, di girtîgeha Îmraliyê de mercên herî dijwar dijî. Rêber Ocalan girtîgeh veguherand kaniya berxwedan, têkoşîn û afirandinê. Rojbûna Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn dîrokeke nû ye û felsefeya avakirina jiyana mirovê azad e. Em bang li hemû tevgerên siyasî, civakî, rêxistinên hiqûqî, hemû aliyên siyasî û rêxistinên civaka navdewletî dikin ku bi lez bikevin tevgerê da ku Rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên berdin.”

GIRTIYÊN PKK Û PAJK’Î

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’î jî Denîz Kaya daxuyaniyek da û ev tişt got: “Rêbertî êdî vîna qeyîm a rêxistinî û xwe veguherandina ser hêza çalakiyê ya başî, xweşikî û rastiyê ya afirandina serfiraziyê ye. Rêbertî ku ji xwe derketî û bûyî gel, rewşa heqîqetbûnê afirandî her wiha li bara pergala modernîteya kapîtalîst têkçû ji vebijêrkbûnê derxistiye. Hişmendiya qirker a faşîst a AKP-MHP’ê ji esareta fîzîkî ya Rêbertiya me hêviyê dike ku bi tecrîda girankirî dê bikaribe pêşî li destkeftiyan bigire. Çawa ku ya ku bi komploya navneteweyî hatî armanckirin bi xeleke ji êgir a li dora Rêbertî hatibe pûçkirin, bi darbeya li ser hêzên desthilatdar ku tecrîda girankirî dimeşîne tê berterafkirin. Em girtiyên PAJK’î û PKK’yî careke din roja bûyinê ya 71’an a Rêbertiya me li gelan, li hevrêyan pîroz dikin. Em dibêjin bi hewldana lêhûrbûnê û vînê û bi bîreweriya em ê li ser rêya Rêbertî jiyanê bibînin.”

YPJ

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê jî der barê rojbûna Ocalan daxuyanî da. Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye: “Em roja hebûnê, roja vejîn û kêliya bi navkirina zayîna mirovê azad, 4’ê nîsanê rojbûna Rêber Apo û salvegera 7’emîn a damezirandina artêşa me YPJ’ê li jinên azadîxwaz û li tevahî mirovahiyê pîroz dikin. Her wiha em li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelên qedîm ê Rojhilata Navîn pîroz dikin. Jidayikbûna Rêber Apo, ji bo jina kurd, gelê kurd û tevahî gelên Mezopotamyayê ji nûve pênaseya civakîbûn, jiyan, nasname, çand û exlaqê ye. Rastiya Rêber Apo, danehev û heqîqeta pêkhatî ya hemû nirxên mirovahiyê ye.”

MED TUHAD-FED

MED TUHAD-FED’ê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Ocalan dibin pergala tecrîd û îşkenceyê de dikeve 72 saliya xwe û ev tişt destnîşan kir: “Ji ber vê 4’ê Nîsanê ji bo gelê kurd pir girînge. Gelê kurd bi meşa ber bi Amarayê ve û bi coşek mezin her tim ev roj pêşwazî dikir. Lê mixabin di salên dawî de ji ber polîtîkayên êrîşkar destûr nayê dayîn ku gel biçe Amarayê û vê rojê pîroz bikin. Bi tecrîda li Îmraliyê re dixwazin girêdanbûna Abdullah Ocalan û gel a bi hevre ji hev qut bikin. Em dixwazin ku tecrîda li ser birêz Abdulalah Ocalan bi dawî bibe û demildest bê berdan. Em rojbûna birêz Abdullah Ocalan û coşa Amarayê ya gelê me pîroz dikin.”

MECLISA ÎŞTAR

Bi heman boneyê Meclisa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû gelan pîroz dikin. Bila ev roj bibe wesîleya serkeftina gelê kurd. Serokatî bûye ronahiya gelê kurd. Ev şoreş naşibe tu şoreşan. Bingeha vê şoreşê şehîdên ku heta niha hatî dayîn e.”

ÇANDINA DARAN

Bi boneya 4’ê Nîsanê, jin û dayikan li Baxçeya Dayika Uveyîşê ya Wargeha Mexmûrê dar çandin. Jinan destnîşan kir ku di serî de jinên kurd, gel bi fikr û ramanên Ocalan hişyar bû. Jinan destnîşan kir ku divê kurd bêhtir xwedî li Rêberê xwe derkeve.

CIWANÊN BAŞÛR

Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer jî dar çandin û 4’ê Nîsanê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de ciwanan anî ziman ku hemû kes bi şoreşa Ocalan şiyar bû û jidayikbûna Ocalan, jidayikbûna neteweya kurd e. Ciwan diyar kir ku divê hemû kes li Ocalan xwedî derkeve. Ciwanan piştî ku şitlên dara çandin, pasta jêkirin. Pîrozbahî bi stran û govendê bi dawî bû. Li Kerkûkê jî bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer bi dirûşmeya ‘Rojbûna te rojbûne mirovahiyê ye’ merasîmeke pîrozbahiyê hate lidarxistin. Di pîrozbahiyê de dayikên şehîdan find pêxistin û dest bi çandina daran kirin. Merasîm bi nîşandana sînevîzyona der barê Ocalan de bi dawî bû.

MAHABAD

Her wiha ciwanên bajarê Mahabadê yê rojhilatê Kurdistanê jî bi boneya pîrozkirina 4’ê nîsanê roja jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li cihên bilind ên bajar şitil çandin û rojbûna Ocalan pîroz kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar