Îro rojbûna Rêber Apo ye, yanî 4’ê Nîsanê ye. Roja ku jiyaneke nû dest pê dike. Roja ku jiyan ji nûve şîn dibe û şitlê daran tê danîn. Milyonan kes di vê rojê de ji dayik bûne. Ango bi rojbûna Rêber Apo re xwe nas kirine. Di vê rojê de xelk berê xwe dide gundê Amara ku Rêber Apo lê ji dayik bûye. Di vê rojê de xelk dide ser riyan û berê xwe dide qadên pîrozbahiyan.
Bi rojbûna Rêber Apo re serdemeke nû dest pê kir. Qedera kurdan a sedê salan guherî. Ew qedera ku koledarî li ser kurdan ferz dikir êdî bi dawî bû. Êdî kurd bi qedera xwe razî nabin ango nabêjin ev qedera me ye. Rêber Apo ev yek afirand û ji kurdan re got “ev ne qedera me ye”. Di felsefeya Rêber Apo de jiyanek bi rûmet û azad heye. Di felsefeya Rêber Apo siyaseteke reben tuneye. Ango siyaseta mexdûriyetê tineye. Siyaseta Rêber Apo jiyanek azad û berxwedêr e. Ev yek nîşanî kurdan da û rê li ber jiyaneke azad vekir. Îro bi saya Rêber Apo milyonan kurd ketine ser riya azadiyê. Ji bo wan jiyanek hebe divê azad û bi rûmet be.
*Rêber Apo tevahiya jiyana xwe ji bo azadiya kurd û Kurdistanê feda kir. Felsefeya wî ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Bi dehan pirtûkên Rêber Apo hene ku bi dehan zimanan wergera wan heye. Lewma jî ne tenê kurd, gelên din jî wekî Rêberê xwe dibînin. Rêber Apo dixwînin û li ser şopa wî dimeşin. Rêber Apo jiyanek azad pêşkêşî hemû gelan dike. Ji Reqa heta Dêrezorê, ji Şengal heta Sine bi felsefeya Rêber Apo radibin. Îro dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” li cîhanê deng vedaye. Ew felsefeya jiyaneke azad bi pêşengiya Rêber Apo pêşve diçe. Lewma jî jin îro bi saya Rêber Apo doza jiyaneke azad dikin.
Meşa azadiyê ku ji Amarayê dest pê kir, îro li Îmraliyê dewam dike. Rêber Apo 24 salên li Îmraliyê jî doza azadiyê dike. Girtîgeha Îmraliyê veguherandiye navendeke çareseriyê. Ji bo Rêber Apo jiyan hebe divê azad be, an jî ti wateya wê tineye. Rêber Apo rojekê jî daxwaza berdana xwe ya ji girtîgehê nekir. Ew dibêje ku kîjan demê gel azad bibe ewê jî azad be. Lewma jî ti carî xwe nexist rojevê. Her tim ji bo azadiya gelan û rûmeta wan têkoşiya. Rêberekî din ku ew çend doza azadiyê dike tineye. Ji bo Rêber Apo gelek stran hatin gotin û pirtûk hatin nivîsandin. Ji bo azadiya Rêber Apo gelek kesan canê xwe feda kirin. Mirov çiqasî binivîse û bêje jî wê kêm bimîne. Kurd gelekî bi şens in ku Rêberekî wiha heye. Fikir û ramanên wî zêrîn in. Gotinên zêrîn dike. Gotinên ku ti carî kevin nabin û her dem wateya xwe hene.
Em qala Rêberê milyonan dikin. Rêber Apo felsefeyek danî pêşiya mirovahiyê. Di vê felsefeyê de dijminatî tineye. Jiyana bi hevre û rengareng heye. Her kes dikare bi hevre bijî. Reng û nasnameya wî çi dibe bila bibe dikare bi hevre bijî. Ew modela jiyaneke azad û demokratîk e. Di vê felsefeyê de her kes bi fikrê xwe heye û azad e. Kes nikare bêje ya min rast e. Ya her kesî li gorî wî rast e û dikare bi hevre bijîn. Ya ku gelan tîne cem hev jî ev e.
Rojbûna serdemekê di 4’ê Nîsanê de dest pê kir. Meşa Amara meşa azadiyê ye. Amara qibleya mirovahiyê ye. Li wê derê tovên jiyanê hatin avêtin. Şitlên azadiyê li wê derê hatin danîn. Rêber Apo ji wî gundî berê xwe da paytexta Tirkiyê Enqerê û li wê derê bingeha tevgerekê danî. Ew jî tevgera azadiyê ya Kurdistanê ye. Ew û hevrêyên xwe ji Enqerê berê xwe dan Kurdistanê û rojhilata navîn û bi tevger bûn. Partî ava kirin û artêş çêkirin. Gelê Kurd rakirin ser piyan û jiyanek azad pêşkêşî wan kirin. Îro bi saya wê felsefeyê Kurd li ser riya azadiyê dimeşin. Êdî dizanin ku di qedera wan de bindestî tineye. Eger jiyan hebe divê azad û bi rûmet be. Îro şerê wê tê kirin. 4’ê Nîsanê jî bûye roja ku jiyanek azad şîn dibe.