Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rojbûna te pîroz be Apê Mûsa

Malbata rewşenbîrê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) bi rasthatina salvegera rojbûna wî ya sedemîn, li ser YouTube bi beşdariya rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar, helbestvan, hunermend, rojnameger û kesayetên naskirî re vîdeoyek amade kir. Di vîdeoyê de hemû kes dibêje ‘Rojbûna te pîroz be Apê Mûsa’ û ‘Rojbûna te pîroz be yabo/kalo.”

Di destpêka vîdeoyê de Apê Mûsa diaxive û helbesta ku helbestvanê kurd Zekî (Jîr) ji bo wî nivîsandiye dixwîne. Apê Mûsa di vîdeoya ku di 5’ê tebaxa sala 1990’î de hatiye kişandin dibêje ji ber ku navê wî ji bira ango kurmancî Şêxmûs e helbestvan jî bi navê ‘Apê Şêxo’ helbest jê re nivîsandiye û dixwîne.

Piştî xwendina helbestê kesayetên ji rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar, helbestvan, hunermend, rojnameger û ferdên malbata Apê Mûsa pêk tê dibêjin ‘Rojbûna te pîroz be Apê Mûsa.’ Neviya Apê Mûsa keça Dîcle Anter a bi navê Asîwa ku qet kalikê xwe nedîtiye dibêje ‘Rojbûna te pîroz be kalo.’  Her wiha vîdeo bi fîkandina kurdî dest pê dike û bi fîkandina kurdî bi dawî dibe. Her kes bi kurdî rojbûna Apê Mûsa pîroz dike.

Navên kesên di vîdeoyê de

Navên ku di vîdeoya Dîcle Anter û hevjîna xwe Hêlîn amade kirine de wiha ne:

“Nejat Cemîloglu, Nacî Kutlay, Îsmaîl Beşîkçî, Sînemxan Bedirxan, Anter Anter, Abdullah Civak, Pervîn Çakar, Nakî Kaftancioglu, Cemal Alemdar, Rahşan Anter, Ozgur Mumcu, Ragip Zarakolu, Bêrîvan Bîngol, Ciwan Haco, Selîm Okçuoglu, Şenol Yoruzlu, Emîne Ocak, Baran Çuruklu, Azîz Zapsu, Aynûr Dogan, Yurdanûr Serhat, Metîn Kahraman, Ahmet Ogut, Rakel Dînk, Asîwa Anter, Mem Ararat, Îsmet Îlhan, Remzî Azîzoglu, Nûra Konak, Ozcan Alper, Huseyîn Aykol, Zeynep Altiok, Alî Duran Topuz, Ahmet Tîrgîl, Bekîr Kaya (bi nivîskî), Ayşegul Dogan, Omer Şêxmûs, Roşan Lezgîn, Sara Anter, Rûmet Serhat, Ragip Duran, Rewşan Çelîker, Nûray Şen, Berken Bereh, Çayan Demîrel, Gulten Kaya, Mehmet Akbaş, Bahoz Şavata, Dara Kirmizitoprak, Dîcle Anter, Eren Keskîn, Fehîm Taştekîn, Îlkay Akkaya, Mîkaîl Aslan, Remzî Yildirim, Selîm Temo, Merve Anter, Îbrahîm Gurbuz, Sakîna, Selahattîn Demîrtaş (bi nivîskî), Nûrettîn Erkan, Refah Konrad, Zana Farqînî, Levent Pandir, Mazlum Çîmen, Abît Dursun, Banû Guven, M. Siddik Torun, Sûna Aras, Mutlu Cîvîroglu, Battal Batê, Erşan Çuruklu, Orhan Aydin, Rojan Çakar, Rotînda, Selîm Olçer, Hatîce Çoban, Serhat Bucak, Şevket Altinakar, Meryem Goktepe, Zehra Dogan, Sezgîn Tanrikulu, Kazim Oz, Ahmet Pandir, Bulent Gunduz, Dilawer Zeraq, Eren Aysan, Fehîm Işik, Ferda Çetîn, Fîkrî Kutlay, Gul Erdost, Kemal Kahraman, Osman Baydemîr, Elî Qazî, Hasan Bîldîrîcî, Firat Cewerî, Fasla Anter, Sertaç Ekîncî, Hakki Boltan, Lal Laleş, Ûdî Yarvant, Aydin Orak, Adîle Yadirgi, Dara Kaya, Mîthat Sancar, Nûr Surer, Mahmût Alinak, Firat Konak, Fewzî Bîlge, Ingrid Fadnes, Aslan Aslan, Bayram Balci, Esra Çîftçî, Gunay Aslan, Kenan Azîzoglu, Cahît Mervan, Jînda Zekîoglu, Hekîm Sefkan, M. Wenda Koyuncu, Farûk Sakik, Mahmût Rûvanas, Guler Yildiz, Gokhan Altay, Mujdat Can, Ahmet Kanbal, Rojda Aydin, Erdogan Alayumat, Îrfan Karaca û Hêlîn.”

Peyama ji bo Apê Mûsa

Peyama Dîcle û Hêlîn Anter a ji bo sedemîn rojbûna Apê Mûsa wiha ye:

“Sala bûyîna min wek 1344 (1924) hatibû nivîsandin. Paşê min bi rêya dadgehê emrê xwe wek 1336 (1920) sererast kir. Lê ev jî ne rojbûna min a rast î bû. Dîya min ji min re digot; ‘Tu piştî Fermana Fileyan hatî dinyayê.’ Komkujiya Ermenan 1915’an dest pê kiriye heta 1917’an berdewam kiriye. Li gorî vê dibe ku dîroka bûyîna min 1917 an jî 1918 be.’ Nivîskar Mûsa Anter di pirtûka xwe ya bi navê ‘Bîranînên Min’ de wisa dibêje.

Ji wê roja ku silav dayî dinyayê heya wefata xwe, Mûsa Anter jîyaneke pirrşahidî, pirrbertewanî û pirrdozî bihurand, her çend zêdetirê jiyana xwe di girtîgehan, mişextiyê, nav îşkence û êşan de derbaskiri be jî, her tim bi aliyê mîzaha xwe ya bihêz û rûkeniyê xwe bi eşq û rêzdarî girê da jiyanê. Pêşbîn, wekhevîxwaz, hevçax, empatîhez, xwedî dil û zihneke ciwan bû. Wêrek û zîrekekê wisa bû ku Suleyman Demîrel ji  bo duelloyê vexwend Çiyayê Cûdî. Wekî hevalê wî Canîp Yildirim jî gotî, ew yê ku li dijî zalimtirîn û bêrehmtirîn dewletê bi pênûsa xwe şer dike bû…

Li gorî qeydên fermî 100 saliya zanyarê dîroka kurdan ‘Çinara Sedsalî’ Mûsa Anter 2020’ê, em ê jî vê salê wek ‘Sala Apê Mûsa’ bi kûratoriya M. Wenda Koyuncu bi çalakiyên cur bi cur pîroz bikin, di nav van çalakiyan de pêşangehên li welêt û li derveyî welêt, konser û panel dê bihata sazkirin lê mixabin ji ber Covîd-19’ê, me çalakiyên difikirî taloqî dîrokekê pêş kirin. Çaxa tesîra şewbaya li ser jiyanê kêm bû em ê dîrok û cihê çalakiyan bi dema herî nêz de bi raya gel ra parve bikin.

Di van rojên ku em mecbûrî malê bûne de em fikirîn ku çi bikin û me biryar da ku em li ser navê Mûsa Anter ji bo parvekirinan rûpelên înstagram û facebookê vekin. Armanca me ew e ku em Mûsa Anter bi çawkaniyên herî rast, pêbawer û yekem bide nasîn û çi li ser navên wî hatibe kirin wan ji bo arşîvê berhev bikin. Di van rûpelan de pêşî me ji pirtûkên Anterî jêgirtin kirin, bi vê yekê me xwest hem em wî ji bo hezkiriyên wî bibîrbînin hem jî ji nifşên nû re bidin nasîn. Yek ji armancên me yên van parvekirinan ew bû ku em bi wan kesên bi Mûsa Anterî re xebitîne û xebat li ser nivîsandine têkiliyê danîn, wan xebatên wan bi hûr û kûr tesnîf bikin da ku em di der barê Anter de platformeke ya agahiyên rasteqîn biafirînin.

Îsal ji bo munasebeta 100 saliya rojbûna Mûsa Anter me ligel heval, nivîskar, rojnameger, muzîkjen, hunermend û kesên ji malbata wî tê de ji sed kesan zêdetir hêvditin pêkanîn, me ji wan bi vîdeoyekê dîmenên xwe yên gotina ‘Rojbûna te pîroz be Apê Mûsa’ rîca kirin. Me ew dimenên hatin şandin bo weşanê pêvxist û amade kir. Ev kesên ku dixwazin beşdarî vê pîrozkirina rojbûnê ya sembolîk bibin dikarin vîdeoyên xwe li ser rûpelên xwe parve bikin û beşdarî me bibin. Bi hezkirin û rêzê.”

Lînka vîdeoyê wiha ye: https://www.youtube.com/watch?v=0fHOhzKtkUo&feature=youtu.be

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar