Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rojda Amed: Dem dema xwedîderketina li nirxan e

Rojda Amed destnîşan kir ku her mirovên xwedî wijdan divê tevlî pêvajoyê, tevlî berxwedanê bibe û wiha got: “Baş tê zanîn ku wijdan pîvana têkoşînê ye. Ger em xwedî li nirxên têkoşîna xwe derkevin hingî em ê dijmin lawaz bikin.”

Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Rojda Amed bi wesîleya şehîdên meha Gulanê ji ANF’ê re axivî. Rojda Amed di axaftina xwe de li ser Şehîdên Meha Gulanê û berxwedana roja îro ya li zindanan pêşketiye rawestiya.

Rojda Amed diyar kir ku şehîdên meha gulanê di reya azadiyê de pêşiya her şoreşgerî ronî dike û wiha got: “Meha Gulanê ji bo me xwedî wateyeke gelekî mezin e. Pêşengên me yên leheng di wê mehê de gihîştine asta şehadetê. Di şexsê kadroyên kadroyên pêşeng ên tevgera me Hakî Karer, Halîl Çavgûn, Mehmet Karasûngûr, Mizgîn de, hevalên Zulkuf, heval Medya, Zehra û şehîdên meha Gulanê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînim. Di heman demê de di şexsê hevrê Îbrahîm Kaypakkaya û Denîz Gezmîş de şehîdên şoreşê hemûyan bi minet bi bîr tînim.”

Rojda Amed bal kişand ser cihê girîng ê dîroka zindanan li nava tevgera azadiyê ya kurd û ev tişt anî ziman: “Dijmin ji roja destpêkê heta vê serdemê xwest, kadroyên pêşeng ên tevgera me li zindanan bifetisîne, tune bike. Di şexsê wan de xwest PKK’ê tasfiye bike. Her wiha di şexsê wan de xwest, nêrîn û fikrên Rêber Apo tasfiye bike û ji bo vê jî bi her rê û rêbazê îşkence kirin. Hovîtiya herî mezin li zindanan kir. Lê belê Çaran bi pêşengiya hevrê Ferhat Kûrtay, li dijî êrîşan bi bedena xwe çalakî pêk anîn û nîşan dan ku nêrîn û ruhê me yê azad tune nabe. Ji ber vê yekê, dîroka zindanan di nava dîroka partiya me de xwedî cihekî taybet e.”

Rojda Amed destnîşan kir ku ger berxwedana li zindanan nebûya tevgera PKK’ê nedigihîşt vê astê û diyar kir ku lewma dîroka zindanan ne tenê ji bo tevgera wan, ji bo gelê kurd jî xwedî girîngiyeke mezin e.

Rê li ber pêngaveke dîrokî ya berxwedanê vekir

Rojda Amed dijwariya pêvajoya heyî bi bîr xist û wiha got: “Em di pêvajoyeke giran de ne û li dijî êrîşên berfireh berxwedanek heye. Di serî de Leyla Guven, Nasir Yagiz, Fadîle Tok, mirovên me yên welatparêz ên li gelek herêmên Kurdistanê û hevrêyên li zindanan bi xurtî li ber xwe didin. Wekî din du komên ku her yek ji wan ji 15 kesan pêk tê, hevrêyên me yên li zindanan dest bi rojiya mirinê kirine. Bêguman ev berxwedan ji bo me gelekî bi wate ye û bi wesîleya vê yekê berxwedêran silav dikim. Bi pêşengiya hevala Leyla Guven me dest bi pêvajoyeke nû kir û ber bi berxwedaneke mezin gav avêt. Ji ber ku tecrîdkirina Rêberê me hate şidandin û êdî ne tevgera me ne jî gelê me dikare xwe lê rabigire. Rêberê me li zindanê ye û divê azad bibe. Berxwedana li zindanan, li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê me, hilweşandina faşîzmê û azadkirina Kurdistanê ye, lewma em piştrast in ku wê bi ser bikeve. Dijmin êrîşên xwe çiqasî giran bike, em ewqasî xurt dibin.”

Dayik bang li wijdanê mirovahiyê dikin yê lal bûye

Rojda Amed bal kişand ser çalakiyên dayikan û êrîşên polîsên tirk ên li dijî dayikan û ev tişt bi lêv kir: “Em dibînin ku dayikên me ji bo Rêbertî û zarokên xwe dadikevin qadan û li dijî neheqiyê dengê xwe bilind dikin. Dengê wan li tevahiya dinyayê belav dibe. Ji bo çi dengê xwe bilind dikin? Ji ber ku rejîma faşîst zilmê li wijdanê mirovahiyê dike û dibêjin, ‘Em kurd ne kurdên berê ne, em ne mirovên nezan in, em bi Rêber Apo re zane bûn, bi wî re hene, bi wî re dijîn’. Ji ber vê berxwedanê em dayikên xwe bi rêzdarî û minetdarî silav dikin. Em zanin ku dayikên me nirxên me yên herî mezin in.”

Rojda Amed diyar kir ku destên dirêjî dayikan, dirêjî nirxan dibin divê teqez bên şikandin û destnîşan kir ku gerîla dê heta dawiyê xwedî li berxwedana dayikên xwe derkevin. Rojda Amed wiha got: “Divê gelê me xwedî li Rêber Apo, xwedî li nirxên xwe derkeve. Ji ber ku dem dema xwedîderketina li nirxan, li xaka xwe ye. Dema xwedîderketina li Rêbertî û nirxan e, xwedîderketina li şehîdan e.”

Rojda Amed di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku her mirovên xwedî wijdan divê tevlî pêvajoyê, tevlî berxwedanê bibe û wiha got: “Baş tê zanîn, wijdan pîvana têkoşînê ye. Ger em xwedî li nirxên têkoşîna xwe derkevin hingî em ê dijmin lawaz bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar