Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê rojên binçavkirina 7 siyasetmedarên kurd ku di nav de Hevşaredarên HDP’î yên Nisêbînê û Bismilê jî heye dirêj kir
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de polîsan di 24’ê tîrmehê de li navçeya Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdîn û navçeya Bismilê ya Amedê bi ser gelek navnîşanan de girtibûn.
Polîsan di serdegirtinê de Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut, Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer, Endamê Meclisa HDP’ê Alaattin Semîr Zugurlî û Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Mêrdînê Leyla Bozkurt û Şehmus Sun, Endamê meclîsa Şaredariyê ya Nisêbînê Mehmet Emin Alkan û Sedat Ay binçav kiribûn.
Lêpirsîna 7 siyasetmedarên kurd ên 4 roj berê hatin binçavkirin didome. Hat hînbûn ku serdozgeriye diyar kiriye ku wê roja duyemê îfadeya wan bistînin û rojên binçavkirinê dirêj kirine. Her wiha der barê 3 kesên din jî biryara binçavkirinê heye. MÊRDÎN