Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

‘Rojên Diyaloga bi Rêber Apo re’ bi hemû hêza xwe didomin

Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ li Belçîkayê cara duyemîn 'Rojên Diyaloga bi Rêber Apo re' hat lidarxistin.

Komek ji enternasyonalîstan di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ li Belçîkayê cara duyemîn pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser paradîgmaya neteweya demokratîk nirxandin. Mijara vê carê ya ‘Diyalogên bi Rêber Apo re’ sîstema komun û kooperatîfan bû.

Siyasetmedar Şîlan Amed bal kişand ser girîngiya diyaloga bi Abdullah Ocalan re û wiha axivî: “Paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo ya li ser parastina xweza, azadiya jinê, niha li her devera cîhanê weke çareseriyê tê nîqaşkirin. Ji ber ku hemû reng û dengên jiyana konfederalîzma demokratîk di nava xwe de vedihewîne. Dema ku mirov bala xwe didin ser parêznameyên Rêber Apo vê yekê dibêje: bêyî dewletê jî mirov dikare xwe bi rê ve bibe. Mînaka şênber a vê yekê jî li Rojava ye. Ji ber vê jî parêznameyên niha li ber destê me ne li tevahiya cîhanê tê nirxandin û dibe mijara lêkolînê.”

Piştre endama Komîteya Aboriyê ya Kongra Star Gulistan Ehmed bi rêya zoomê tevlî bernameyê bû. Gulistan Ehmed li ser aliyê jiyana komunal û kooperatîfan a li Rojava agahî da û qala zor û zehmetiyan jî kir.

Piştî axaftinan li ser komun û kooperatîfan pirs hatin kirin. Çalakî nêzî 2 saetan dewam kir.

Rojên Diyaloga bi Rêber Apo re wê rojên pêş li ser mijarên cuda dewam bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar