Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Rojenameyên erebî: Nakokiya PDK-YNK`ê şerê serweriyê ye

Rojenameyên erebî vê hefteyê cih da şerê li Sûdanê rû dide, her wiha aloziyên piştî civîna Astanayê ku li "herêma bêçek" pêk tên û nakokiyên PDK-YNK’ê

​​​​​​​

Piştî civîna Astanayê şerê li bakurê rojavayê Sûriyeyê, şerê li Sûdanê, her wiha nakokiyên di navbera partiyên Başûrê Kurdistanê de mijarên hefteya borî yên rojnameyên erebî bûn.

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê rojeva Sûriyeyê de bi sernavê “Şamê êrîşên hewayî û yên bi moşekan li dijî rêxistinên çekdar ên li gundewarên Idlibê pêk anîn” nûçeyek belav kir.

Rojnameyê di nûçeya xwe de cih da daxuyaniya Wezareta Parastinê hikûmeta Şamê ya têkildarî êrîşên hewayî yên li djiî baregehên “rêxistinên çekdar” ên li gundewarên Idlibê. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku di nava hefteyekê de ev cara duyemîn e ku hikûmeta Şamê û Rûsya êrîşên hewayî li djiî baregehên wan koman pêk tînin.

Di nûçeyê de cih dan axaftinên gerînendeyê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ramî Ebdurehman a ji ajanseke erebî re. Ebdurehman destnîşan kir ku êrîşên li bakur û rojavayê Sûriyeyê di çarçoveya zexta siyasî ya ji bo normalîzekirina têkiliyên Sûriye-Tirkiyeyê de pêk tên û got: “Hemû alî hev tawanbar dikin. Lê ev yek rastiya dan û standinên bi navbeynkariya Rûsyayê ji bo danîna nexşerêyekê ji bo vegerandina têkiliyên Sûriye-Tirkiyeyê vedişêre.”

‘Şerê li Sûdanê dijwar dibe’

Der barê şerê li Sûdanê de jî rojnameya El Beyan wiha nivîsî: “Şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de dikeve hefteya xwe ya 11’an. Şahidan got doh li paytexta Sûdanê Xertûmê şerekî dijwar rû da û êrîşên hewayî û topbarana bi obûsan çêbûn. Di encama şer de 2 milyon û nîv kes koçber bûne û aloziyeke mirovî çêbûye.

Şahidan destnîşan kir ku di rojên dawîn de asta tundiyê li Niyalayê zêdetir bûye ku bajarê herî mezin ê herêma Darfor a rojavayê welat e. Roja şemiyê Neteweyên Yekbûyî têkildarî hedefgirtina etnîk hişyarî dabû.

Niştecihên Xertûm, Behrî û Um Derman diyar kir ku şevtira din şerekî dijwar rû da û heta sibeha doh dewam kir.

Şahidan diyar kir ku di rojên dawîn de rewşa ewlehiyê li bajarê Niyalayê gelekî xirab bûye û li hin taxan şerekî dijwar qewimî. Hefteya borî jî li derdora bajarê Faşir ku paytexta ayeleta bakurê Darfor e, şer di navbera artêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de derket. Neteweyên Yekbûyî ragihand ku xebatkarên qada alîkarîdayînê nikarin xwe bighînin vê herêmê.”

‘Nakokiya PDK-YNK`ê şerê serweriyê ye

Rojnameya El Ereb jî der barê rewşa Başûrê Kurdistanê de nûçeyek weşand û wiha nivîsî: “Ji dema ku her du partiyên sereke qebûl kir ku dest bi dan û standinan bikin, li Kurdistana Iraqê rewşeke hêviyê heye. Lê belê şîrovekar dibêjin bidawîkirina nakokiyên her du partiyan ne pêkan e û destnîşan dikin ku nakokî ne tenê li ser hin mijarên girêdayî hilbijartinan an dozên hikumetê ne, lê belê şerê serweriyê yê her du aliyan e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar