Rêxistina Pirsûsê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo kongrya xwe ya 3’emîn a awarte civiya.
Berdevka partiyê ya HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterên Rihayê Ayşe Surucu û Omer Ocalan, Hevşaredarên Pirsûsê yên ku qeyûm danîn şûna wan Hatîce Çevîk û Abdullah Polat, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û endamên partiyê tev li kongreyê bûn.
Ebrû Gunay li kongreyê axivî û qurbaniyên komkujiya Pirsûsê ya sala 2014’an bi bîr anî û wiha got: “Cîhanê tevahiya Kobanê nas kir lê belê em bi rola Pirsûsê zanin. Bû cihek ku piştevanî derkete pêş û sînor hatin bêwatekirin.”
Gunay bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Polîtîkayên şer dewama tecrîda li Îmraliyê ye. Birêz Ocalan nûnerê aştiyê ye. Desthilatdariyê bi şer bersiv da îradeya ku digot ‘Eger derfet hebin ez ê di hefteyekê de çareser bikim’. Kurdan bi gotina ‘dem dema azadiyê ye’ têkoşîn mezin kir û mezin dike. Me dît ku fikrê Birêz Ocalan çawa aştî aniye.”
Gunay grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê bi bîr xist û wiha got: “Daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de ne daxwazên me ne. Em dixwazin ku tavilê bên bicihanîn.”
‘Rêberê vî gelî 22 sal in di tecrîdê de ye’
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî anî ziman ku Pirsûsê di tevahiya dîrokê de gelek berdêl daye û wiha axivî: “Divê em xwedî li wan berdêlan derkevin. Rêberê vî gelî 22 sal in girtî tê hiştin. Hatiye tecrîdkirin. Zarokên vî gelî bi rojane di greva birçîbûnê de ne. Rojeva me ev e. Li vê navçeyê bavek û du kurên wan hat qetilkirin. Dayikek 181 roj in li ber edliyeyê li edaletê digire. Ji ber ku kurd e edalet nîne. Armanca me mezin e. Rojeva me azadiya Kurdistanê ye, bi dawîkirina tecrîdê ye. Dîrok li bendê ye ku em bi vê rola xwe rabin.”
Parlamenter Ayşe Surucu jî nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê da û li dijî van êrîşan bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî.
Di kongreyê de ji bo hevserokatiya navçeya Pirsûsê Yaşar Gunduz Alp û Emîne Kaya hatin hilbijartin. RIHA