Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî hevdîtina Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlûd Çavuşoglu daxuyanî da. Wekî her carî di vê daxuyaniyê de jî rojeva Barzanî û Çavuşoglu Tevgera Azadiyê bû
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çû Enqereyê û li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çavuşoglu re civiya. Piştî civînê Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Mewlûd Çawuşoglu daxuyanî dan.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe ji ber hebûna peywendiyên li gel Tirkiyeyê anî ziman û wiha got: “ Mixabin desthilata me li Şengalê nîn e, ew di bin kontrola desthilata hêzên ewlehiyê yên Iraqê ye. Ji berê ve, em li dijî hebûna PKK’ê ya li Şengalê û herêmê ne. Em ligel wê nîn in PKK li Şengalê û navçeyên din hebe.
Lê berovajî îdiayên Barzîn ev du sal in PKK’ê bi awayekî fermî xwe ji Şengalê vekişandiye.
Dema ku dawleta tirk êrîşî rojavayê Kurdistanê kir, Barzanî ragihandibû ku dewleta tirk demografiya Rojava diguhere, lê îro jî ev tişt diyar kir: “Gelekî kêfxweş im, min bihîstiye Tirkiye dixwaze bi hevkariyê Neteweyên Yekbûyî ji bo koçberan vegerîne warên wan kar dike. Lê, veger bi zorê nabe.”
Lê armaca Tirkiyeyê ew e ku koçberan li Girê Spî û Serêkaniyê bi cih bike.
Li başûrê Kurdistanê niha boykota malê tirkî tê kirin û bandoriyek zêde li ser şîrketên Tirkiyeyê kiriye. Barzanî li ser peywendiyên aborî jî ev tişt anî ziman: “Peywendiyên ligel Tirkiyeyê gelekî girîng in û di warê dîrokî de stratejîk in. Me qala girîngiya peywendiyan û xurtkirina bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de kir. Em ê ji bo li dijî her cure teröre alîkariyê berdewam bikin. Divê ji nêzîk ve alîkariya hevdu bikin û çareseriyê bibînin. Herêma Kurdistanê rijde li ser guftugoyan ligel Bexdayê, ji bo gihiştina lihevkirinekê.”
Tişta balkêş ew e ku Mesrûr Barzanî bi zimanê kurdî neaxivî, bi îngilizê daxuyaniyê da.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlûd Çavuşoglu ku niha Tirkiye êrîşên xwe yên li dijî gelê rojavayê Kurdistanê berdewam dike û komkujiyan dike, careke din êrîşî Tevgera Azadiyê û gelê kurd kir.
Di axaftina Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çavuşoglu de jî bandoriya boykotê derket û wiha got: “Di civînê de me qala hevahengî û pirsên aborî û bazirganî yên di navbera Tirkiye û Iraqê de kir. Astengên li xalên gumrikên hene me guftûgo kir.” ENQERE