Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Rojeva gel tecrîda li Îmraliyê ye’

Hevserokên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar têkildarî doza girtina partiya wan gotin ku li dijî îradeya gel darbe hatiye kirin û destnîşan kirin ku rojeva gel tecrîda li Îmraliyê ye

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rengekî awarte li hev civiya. Piştî civînê Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li navenda giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Bûldan destpêkê axivî û bal kişand ser tundî û astengiya 5 salên dawî ya li pêşiya HDP’ê û destnîşan kir ku gel vê polîtîkaya zordar jî dê tu carî dest ji siyaseta demokratîk bernedin, timî bi gel re bin û serî netewînin û wiha got : “Parlamenterên partiya me hatin girtin, hevşaredarên me ji wezîfeyê hatin dûrxistin, hatin girtin û qeyûm danîn şûna wan. Bi her awayî astengî danîn pêşiya partiya me. Tevî ku hilbijartin jî di nava şert û mercên demokratîk de nehate kirin, partiya me hem hevşaredarî qezenc kir, hem jî bi xurtî cihê xwe li parlamentoyê girt. Bi girtina wekîlên me dixwazin tola vê hilînin. Di serî de Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag gelek parlamenterên me û hevşaredarên me girtî ne. Mirovên ku silav dane me hatine girtin.

Êdî ne tenê HDP’î, her wiha nivîskar, rojnamevan, rewşenbîr, parêzvanên mafên mirovan, bi hezaran mirovên daxwaza aştî û demokrasiyê dikin hatine girtin. Girtîgehên Tirkyeyê bi zarokên vî welatî, bi ciwanên vî welatî dagirtî ne.”

Bûldan anî ziman ku doh 2 bûyerên weke deqa reş li eniya Tirkiyeyê bimîne rû dan û wiha domand : “Berê jî wekîltiya hevalên me hatin betalkirin, mîna Mûsa Farisogûllari, Leyla Guven, Ahmet Yildirim, Leyla Zana. Heman rêbaz duh careke din li parlamentoyê bi kar anîn. Me dît ku ev feraset dewam dike. Feraseteke darbeyê ye. Êdî tu cudahî û ferqa desthilatdariya AKP’ê û şirîkê wê yê biçûk bi yên ku 15’ê tîrmehê bombe li sîwana meclisê barandin nîne. Ji ber ku navê vê darbe ye, darbeya desteserkirina îradeya gel e. Hûn dikarin ji vê bawer bikin; heta duh 6 milyon mirovî deng dida me, lê niha bûye 12 milyon mirov. Rêjeya dengê me ji sedî 11.5, ji sedî 12 bû, lê duh êvarê bûye ji sedî 20. Bila kes ji vê gumanan neke. Em partiyeke welê ne ku bi rojeva rastî ya civaka Tirkiyeyê re eleqedar in. Rojeva gel birçîbûn e, xizanî ye, zilma li jinan e, tecrîd e.”

Rojeva gel

Bûldan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman ku ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd ne tenê li Îmraliyê li dijî Ocalan tecrîd li ser tevahiya Tirkiyeyê tê ferzkirin û ev tişt anî ziman: “Doza li dijî partiya me hatiye vekirin jî ji bo vê armancê ye. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Şidandina tecrîda li ser Birêz Ocalan, astengkirina hevdîtinên bi malbatê û parêzeran re, pirsgirêkên vî welatî kûrtir dike. Pêwîstiya welêt bi aştî, demokrasî û azadiyê heye. Lewma em dibêjin, hûn çi dikin bikin em ê di rêya xwe de bimeşin. Yanî em ê bi rojeva rasteqîn a gelê xwe re mijûl bibin. Ev mesele êdî ne tenê meseleya HDP’ê ye, meseleya tevahiya Tirkiyeyê ye.”

Banga berxwedanê

Bûldan bang li hêzên demokrasiyê kir û wiha got: “Ya ku îro li me hatiye kirin dê sibe teqez li we bê kirin. Ji ber vê yekê berpirsyariya me hemûyan e ku li dijî vê neheqiyê û bêhiqûqiyê em bi hev re li ber xwe bidin. Bila kes moralê xwe xera neke, kes nekeve nava fikar û gumanan. Heta ku HDP hebe dê bi gel re be, wê siyaseta demokratîk bimeşîne.

‘Em di Newrozê de bicivin’

Her wiha Bûldan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em amadekariyê dikin ku li gelek deverên Tirkiyeyê bi coş û moraleke mezin cejna xwe Newrozê pîroz bikin. Di serî de gelê kurd bang li gelên Tirkiyeyê hemûyan dikim ku bi hev re têkoşîna demokrasiyê bimeşînin û tev li pîrozbahiyan bibin. Newroz pîroz be.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar