Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Rojeva me ya esasî rakirina qedexeya li ser PKK’ê ye’

Nûnerên saziyên kurdan ên li Almanyayê ragihandin ku di kampanya îmzeyan de ya ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteya 'terorê' ew hînê negihîştine armanca xwe û gotin ku rakirina qedexeya li ser PKK'ê wê rojeva wan a bingehîn be.

Kampanya îmzeyan ku ji bo PKK ji lîsteya ‘terorê’ bê derxistin hate destpêkirin, tevî bajarên Kurdistanê li gelek welatan dewam dike. Bi banga Însiyatîfa ‘Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî’, ji 30 welatî hezar û sê kesayetên li ser asta navneteweyî naskirî di kanûna 2021’an de kampanya ‘Bila PKK ji lîsteyên terorê bê derxistin’ dabûn destpêkirin. Kampanya ku li Ewropa, DYA, Kanada û Awûstralyayê tê meşandin, belav û berfireh dibe.

Kampanya îmzeyan a li Ewropayê ku bi pêşengiya saziyên kurd tê meşandin, li gorî rojên destpêkê hinekî bi lawazî bi rê ve diçe. Nûnerên kampanyayê diyar dikin ku wan heta niha bi têrkerî rola xwe bi cih neanîne, rexnedayina xwe didin lê belê destnîşan dikin ku bi dawiya meha gulanê re dê kampanyayê bikin rojeva xwe ya bingehîn.

Berdevka Demkî ya TJK-E’yê Rabîa Baldemîr, rêvebera berê ya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine (YAK-DER) Xase Bîngoltekîn Kiliç, Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç, Berdevka YJK-E’yê Ayten Kaplan û Hevserokê Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Almanyayê (KON-MED) Engîn Sever têkildarî kampanya û xebatên xwe de ji ANF’ê re axivîn.

Berdevka Demkî ya TJK-E’yê Rabîa Baldemîr diyar kir ku kampanya îmzeyan di demeke kurt de negihîşt armanca xwe û anî ziman ku wê jin tempoya xwe ya kar zêde bikin. Li gorî Baldemîr qedexeya li ser PKK’ê qedexeya li ser jinan e û bi dewamî wiha got: “PKK tevgera gel e, nabe bê qedexekirin, nabe bê krîmînalîzekirin. Gelê kurd ê ji 40 milyon mirovî temsîl dike. Em jin ne piştevanên vê kampanyayê ne, em rêvebirên vê kampanyayê ne. Armanca me ya destpêkê 300 hezar îmze bû. Heta meha çaran a salê derdora 140 hezar îmze hatine komkirin. Lê belê em vê têrker nabînin, em xwe rexne dikin. Kampanya me ya ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem, 100 hezar îmze’ ku 25’ê mijdara 2020’î de hatibû destpêkirin, di demeke kurt de gihîştibû armanca xwe. Lê belê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ ku PKK partiyeke jinê ye, me bi têrkerî rola xwe di kampanyayê de bi cih neanî.”

‘Em ê karê xwe zêde bikin’

Baldemîr axaftina xwe wiha domand: “Dewlet di şexsê PKK’ê de kurdan, jinan krîmînalîze dikin. Biryarên Dadgeha Luksembûrgê hene, lê belê dewletên Ewropî hiqûqa xwe bi cih nînin. PKK’ê hîn jî li wê lîsteyê dihêlin. Lê belê me jî bi têrkerî nekarî tevlîbûnê li kampanyaya îmzeyan bikin ku têkiliyên qirêj ên dewletên Ewropayê yên bi dewleta tirk re kifş dike. Em plan dikin ku kampanyayê dawiya meha Kanûnê temam bikin. Ji ber ku havîn nêzîk dibe wê li he bajarî festîval bên lidarxistin, çalakiyên aştiyê, çalakiyên avhewayê pêk werin. Weke TJK-E û pêkhateyên wê em ê bi nasnameya xwe tevlî festîval û çalakiyan bibin û ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ îmzeyan kom bikin. Em ê asta karê xwe bilind bikin.”

‘Em ê armanca xwe ya îmzeyan bi ser bixînin’

Rêvebera berê ya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine (YAK-DER) Xase Bîngoltekîn Kiliç û endama organîzasyonên antî faşîst ên Alman û jinên kurd Sûsanne Rosslîng jî du ji wan aktîvîstan e ku bi rengekî çalak tevlî kampanyayê bûne. Xase Bîngoltekîn Kiliç li ser hinceta komkirina îmzeyan ev tişt anî ziman: “Biryara Yekîtiya Ewropayê neheqî ye, şaş e. Ez dixwazin PKK ji lîsteya ‘terorê’ bê derxistin. Em ê ji vê yekê ti carî tawîzê nedin. Em ê îmzeyên xwe bibin serî. Pêkanîneke neheqî ye, em dixwazin ku dest ji vê pêkanînê bê berdan. Ji meha mijdarê ve piştgiriyê didim kampanya îmzeyan ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên ‘terorê’ ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin. Ji bo kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd neyên krîmînalîzekirin bi hezaran kesî îmze danîn binê kampanyayê. Ji ber ku hiştina PKK’ê di lîsteyê de teqez şaş e.”

Divê em armanca xwe mezintir bikin

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî ev tişt anî ziman: “Armanca kampanyayê bidawîkirina krîmînalîzasyonê ye. Em Kurd êdî naxwazin bêne krîmînalîzekirin. Lewma jî xebatkarên me yên navenda civaka demokratîk û dostên me divê kampanya îmzeyan a li dijî qedexeya li ser PKK’ê bikin rojeva xwe ya bingehîn. Divê em kampanyayê bi ser bixînin.” Yuksel Koç destnîşa kir ku divê ew rexnedayina kêmasiyên xwe bikin û ji bo pêvajoya bê moralê xwe zêde bikin û armanca xwe ya kampanyayê mezin bikin.

Divê jin bêhtir xwedî li kampanyayê derkevin

Yekîtiya Jinên Kurd a li Almanyayê (YJK-E) yek ji pêşengên kampanya îmzeyan e. Berdevka YJK-E’yê Ayten Kaplan wiha got: “Weke jinên Kurd ên li Elmanyayê me bi têrkerî îmze kom nekirin. Lê belê divê jin hîn bêhtir xwedî li kampanya îmzeyan derkevin ku qedexeya li ser PKK’ê tê wateya êrişa li dijî vîn û nasnameya jinan.”

‘Yekane rojeva me dê kampanya be’

Hevserokê Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Almanyayê (KON-MED) Engîn Sever jî diyar kir ku wan bi derengî dest bi kampanyayê kirine, nekarîne bi têrkerî rola xwe bi cih bînin û destnîşan kir ku ji dawiya meha Gulanê û pê ve yekane rojeva wan wê kampanya îmzeyan a li dijî qedexeya li ser PKK’ê be.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar