Şandeyek Komîteya Pêşîlêgertina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê ji bo sepanên îşkence û mauameleya nebaş lêkolîn bike di navbera 11-25’ê çileya 2021’an de li Tirkiyeyê hin serdanan kirin. Şandeyê bi hin wezîr û midurên emniyet û leşkeriyê û her wiha rêxistinên mafên mirovan wek ÎHD û TÎHV’ê re hevdîtin pêk anî.
Hat zanîn ku di serdan û hevdîtinan de rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li gel sê girtiyan li Gireva Îmraliyê dimînin jî hatiye rojevê. Şandeya CPT’yê serdana Îmraliyê ango Ocalan nekir. Vê yekê rê li ber nerazîbûnê vekir. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û di heman demê de parêzerê Ocalan, Îbrahîm Bîlmez serdana CPT’iyê nirxand.
‘Divê serdan bên zêdekirin’
Bîlmez anî ziman ku ew serdana CPT’iyê ya ji bo Tirkiyeyê girîng dibînin û wiha got: “Hema bêje li Tirkiyeyê mafê mirovan her roj tê binpêkirin. Tirkiye ji rêgezên bingehîn ên destûra bingehîn ku hiqûqa dewletê tê zanîn dûr ketiye. Ji bo vê yekê em vê serdanê girîng dibînin. Em di wê baweriyê de ne divê ev serdan werin zêdekirin. Hiqûq hatiye asta qedandinê. Bi taybetî li qereqaol, navendên binçavkirinê, girtîgeh bûne navendên îşkenceyê. Saziyek navneteweyî serdana wê ya ji bo van cihan û lêkolîna wan zor girîng e. Helbet guhdariya gilî û gazinan, tomarkirina van gilî û gazinan û belgekirina îşkence û muameleya xerab û aşkerina van rêbazan pêwîst e û ji bo civakê sûd girtin e.”
Neçûna şandeyê kêmasiyek mezin e
Bîlmez destnîşan kir ku dibe şandeya CPT’iyê li gel wan hevdîtin nekiribe lê divê ku şande biçûya Îmraliyê û neçûna şandeyê ew wek kêmasiyek mezin dibînin û wiha domand: “Ji ber ku CPT herî dawî di 6-17’ê gulana 2019’an de serdana Îmraliyê kiriye. Salek û 9 meh di ser vê serdanê de derbas bûye. CPT di rapora xwe ya beriya niha de bi xwe diyar kiribû ku li Îmraliyê li şûna hiqûqê tecrîda girankirî tê sepandin. Pêwîst e CPT pir baldarî li ser Îmraliyê bisekine, bênavber serdana wir bike û ji nêz ve bişopîne. Yanî em dibêjin divê CPT tecrîda girankirî bibîne. Qonaxa em gihîştinê tecrîda girankirî di her warî de didome. Bi salan e tu tiştek li Îmraliyê neguheriye û rejîmek girantir li wir dane avakirin.”
Li Îmraliyê hiqût qet tuneye
Di axaftina xwe de Bîlmez bertek nîşanî astengkirina hevdîtina parêzeran ku nikarin miwekîlên xwe bibînin jî da û ev tişt anî ziman: “Cezayên dîsîplînê li miwekîlên me birîne. Dereng agahî dan me. Em dixwazin îtîrazî vî cezayî bikin lê belê rêya serlêdana darazê ji bo me tê astengkirin. Me îtîrazên pêwîst kir. Ev hewldana me niha di asta Dadgeha Destûra Bingehîn de berdewam dike. Heke Dadgeha Destûra Bingehîn biryarên neyînî bide em ê mijarê veguhezînin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê. Her wiha geşedanên diqewimin jî me bi awayek nivîskî ji CPT’iyê re ragihand. Tirkiye li Îmraliyê tenê ne hiqûqa xwe ya navxweyî hiqûqa navneteweyî jî binpê dike. Ji sala 1999’an ve li Îmraliyê hiqûq qet nayê sepandin.”
‘Çi pêwîst be em ê bikin’
Her wiha Bîlmez anî ziman ku tevî hemû astengiyan jî ji bo parastina mafên Ocalan û her sê miwekîlên wan din çi tişta pêwîst hebe wê bikin û ew ê li qada netewî û navneteweyî hewldanên xwe yên hiqûqî bidomînin û bibin dengê miwekîlên xwe û di vê mijarê de ew banga hestiyariyê li raya giştî ya Tirkiye û cîhanê kir. STENBOL