Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Rojhilata Navîn dinale

Îsraîl, DYA, Îran,hegemon

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Weke ku bayê şerê Ukraynayê sar dibe û êdî bayê şer li Rojhilata Navîn germtir dibe.

Şerê li Xezayê her dijwartir û gurtir dibe. Îran, bi rêya Hûsiyên Yemenê, fuzeyan davêje Îsraîlê.

Li Iraqê û Suriyeyê tevlihevî û pevçûn kêm nabe zêde dibe. Bêguman nakokî û şerên van dewletan û hemû welatan bi hev re pabend in, têkildarê hev in.

Erê li Iraqê hilbijartinek çêbû û hinek bêşer derbas bû. Lê naye wateya ku êdî nema şer çêdibe. Na xêr, hewldanên DYA’yê, yên li van welatan, nîşanê ku xwe ji bo şerê mezintir û berfirehtir amade dike. Hilbet di serî de dijberiya Îranê heye.

Ji rexekê ve eniya Rûsya û Çînê, li rexê din eniya Amerîka û Ewropayê, êdî giraniya hewldanên xwe yên siyasî, aborî û çekdarî jî pêkve, li vê herêmê bi hêztir dikin.

Çînê, jiwxe ji mêjve bi navê projeya “Kember û Rê”, li Rojhilata Navîn xebata xwe gelek bi pêşve xistiye. Bi vê ‘projeyê’, heta Afriqayê jî çûye. Her wiha dixwaze bi van projena, xwe bigihêne Ewrupayê jî.

Bi vê armancê Çînê, di van mehên dawî de navbêna Erebistana Siûdî û Îranê jî xweş kiribû.

Herî dawî DYA’yê, êdî bi van hewldanên Çînê pir hêrs bû û bi lez kete nava hewldanên hevpeymanên cudatir. Lewma di civîna bilind a G20an a 3 heyv berê li Hindistanê pêkhat de Biden, bi navê projeya IMECê hevalbendiyek korîdora bazirganiyê ragihand(ev proje; di Hindistanê, Yekgirtiya Miregtiyên Ereban, Urdunê re diçe Îsraîlê û di ser deryayê re derbasî Ewrupayê dibe). Armanca avakirina vê koridorê, yekser alternatif ji bo projeyên Çînê ye.

Hema li pey vê projeyê, Wezîrê Bergiriyê DYA’yê Austin, di 19.12.2023 de bi navê Koolasyona Derya Sor a Navnetewî, hevalbendiyen nuh ragihand. Ev koolasyon; ji 10 dewletan pêktê û yekser li dijî êrîşên Hûsî-Îranê, ji bo parastina Israîlê hatiye saz kirin.

Her wiha bi rêya projeya IMEC’ê, dixwaze Erebistana Siûdiyê û Hindistanê ji Çîn û Rusyayê dûr bixe. Li gel vêya navbera Siûdiyê û Îranê xera bike, berovajî, navbera Siûdiyê û Îsraîlê xweş bike.

Li vira ya herî balkêş ew e ku; Tirkiye li derveyî vê projeyê hişt!

Her çendîn DYA’yê, dewleta tirka ji derveyî hinek projeyan dihêle jî, ev nayê wateya ku dewleta tirka ji çav xwe derxistiye û bi tevayî avêtiye rexekê.

Na xêr, hîn ji bo gelek mijaran ji wan re lazim e dewleta tirka. Hema yek jê, ji mêjve dixwaze li dijî Îranê bide xebitandin û bide şerkirin. Bi heman armancê, bi giranî di ser Iraqê re dixebite û şandeyên wan ên şer, bê navber diçin û tên ba hevdu.

Hema her nuha jî şandeyên wan ên yekser şer didin meşandin li ba hev in.

Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Husên bi Wezîrê xwe yê Bergirî Sabit Ebasî, Serokê Ewlekariyê Qasim Aracî, Serokê Heşdî Şabî Falih Feyyad, Wezirê Hundir ê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Wezîrê Gihandinê Ano Cewher re, niha li Enqereyê ne.

Bi hevsengên xwe yên Tirkiyeyê; Wezirê Karê Derve Hakan Fidan, Wezîrê Bergirî Yaşar Guler, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin û hwd.re rûniştin û dûrû dirêj axivîne.

Weke tê zanîn, di hevdîtinên rayedarên dewletên dagirker de, ti caran xêr têde nehatiye dîtin. Her wiha vê carê jî ne ji xêrê re hatin cem hev û jixwe di nava daxwiyaniyên wan de, pir aşkere tê dîtin ku armanca sereke ya hevdîtinên wan; dijberiya PKK’ê ye.

Erê di xalên dawxiyaniyên wan de, behsa pirsgrêkên bazirganiyê, avê û petrolê jî hene. Lê van mijaran jî hemû weke şantaj in ji bo dijberiya PKK’ê.

Di vê şandeyê de hebûna nûnerê Heşdî Şabî, hinek balkêş tê dîtin. Jiber ku ev rêxistin ser bi Îranê ve ye û heta nuha beşdarî civînên wisa giring nebûn. Her wiha heta nuha, bi dewleta tirk re, li Başûr û Iraqê bi giştî jî, tevgêrek wan a hevpar wisa aşkere nehatiye dîtin. Pirê caran nakokiyên navbêna wan dihat dîtin.

Weke mînak, li ser plana Şengalê, ew û tirk bi hevre nemeşiyan û hwd. Jixwe him Tirkiye him Îran, herdu jî, hebûna hêzên leşkeriyên hev li Iraqê na pejirînin!

Îca gelo tiştên nuh hene an nîne, nuha gelek ne diyar e. Dibe ku her du aliyan jî, dest bi hinek tektîkên cuda kiribin.

Mijarek din a girîng jî ev e ku; gelo hêzên hegemonên palpiştên wan ên paşperdê, çendîn lihev kirine ji bo vê plana hevalbendiyê û dijberiya wan a PKK’ê?

Li goreyî gotina berî nuha ya Sûdanî, divê piştî vê hevdîtina li Enqereyê, R.Erdogan wê biçe Bexdayê, bi Sûdanî re rûnê û mijarên “stratejik” îmze bikin!

Weke şîrovekarekî gotiye, “rêya serweriya cîhanê di Rojhilata Navîn re, rêya serweriya Rojhilata Navîn jî di Hîlala Bereketê re derbas dibe”,(navenda Hîlala Bereketê jî Kurdistan e).

Îca, wisa diyar dibe ku,çawa di dîrokê de mînakên rastiya vê gitinê gelek in, dibe ku vê carê jî rast derkeve. Jiber ku li goreyî diyardeyan, navenda şerê 3’yan ê cîhanê, Kurdistan e.

Bawerî xurt heye ku Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê, wê ji nalinal û derdê Rojhilata Navîn re bibe derman û wê ji vê cenga cîhanê, bi serkeftî û bi serfirazî derkeve qada jiyana azad!

Nûçeyên Têkildar