Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...
Salı - 8 Ekim 2024

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda. Rengarengî û dewlemendiya fikrî jî veguherî çolistana fikrî. Mînak, a niha li gel texrîbatên zîhniyeta dewlet û desthilatdariyê jî, li Kerkukê Kurdek li gel zimanê dayîkê, Erebî û Tirkî jî dizane. Heman tişt ji bo ereb û tirkmenan jî derbasdar e. Lê niha di serî de dewleta tirk a dagirker û qirker, hêzên li dijî vê dewlemendiya civakê disekinin, dixwazin ev çand û zimanên hev xurtir dikin, bibin dijminên hev.

Şaristaniya navendî, bi sîstema xwe ya hegemonîk a kapîtalîst dixwaze dara jiyanê ya Rojhilata Navîn ziwa bike. Ya herî zor û zehmet jî ew e ku dema êrîşên hovane dike û jiyana mirovahiyê diherimîne, vê bi navê pêşketin, mirovahî û azadiyê dike. Nûnera kapîtalîzmê, ewladê vê sîstemê yê şaqiz Amerîka jî bi navê azadî û demokrasiyê mirin, talan, wêran, dizî û tecawuz anîn herêmê. Rojhilata Navîn a kevnar, extiyar û westiyayî, mirovahî di dergûşa xwe de hejandî, di bin êrîşên “mirovahiya azad” de ye. Rojane li asîmanên Rojhilata Navîn toz û dûmana mirinê dibare. Sîstema kapîtalîst, mesrefên mirinê jî dîsa ji dewlemendiyên civakên Rojhilata Navîn dabîn dike. Demekî dagirkerê faşîst Saddam jî wisa dikir. Mirov dikuştin, ji malbatên wan jî mesrefê fişekan dixwest û digirtin.

Bûyerên mirin, kuştin, hilweşandin, bombebaran, talan û wêranê, mixabin êdî li vê herêmê nûçeyên “ji rêzê” ne. Qîmet û hurmeta jiyanê, wate û heqîqeta wê her roj hineke derb dixwe. Dagirker, zordar, diz û kujerên global ên bêehlaq, bi alîkariya noker, hevkar û xayînên xwe yên li vê derê, herêmê bêhêz û bêçare dihêlin. Desthilatdarên global û dûvikên wan, di ekran û hişmendiyên civakan de weşana zindî dikin. Rol modelên zaliman û mezlûman jî hene. Senaryoyên qirkeran nivîsî, kêlî bi kêlî civak û welatên me dikin nav gola xwînê.

Di roja me de weke mezlûmên herêmê kurd û filîstînî derdikevin pêş. Ev her du gel jî rojane bi êrîşên qirkirinê re rûbirû dimînin. Mixabin mirovahî weke ku tê xwestin li hemberî qirkirina van gelan dernakeve.

Dîrok û çîroka qirkirina gelê kurd heta beriya zayînê diçe, lê tenê 200 kisûr salê dawî jî, asta hovîtî û xwînxwariya ser gelê kurd nîşan dide. Di pêşengtiya emperyal-hegemonê wê demê Îngilîzan de li Kahîrê konferansek hatibû li darxistin. Di wê konferansê de li gel ku destpêkê meyla dewleteke bi navê Kurdistanê hebû ye jî, piştre rêveberên îngilîz ên xwînmij, Kurdistaneke hatî parçekirin, ji bo berjewendiyên xwe guncavtir dibînin û biryareke ku li Rojhilata Navîn, Kurd tu carî nebin rêveber û dewlet didin. Cewherê konferansê wiha ye, bila pirsgirêka kurd çareser nebe, da ku ji bo çar dewletan her tim weke pirsgirêk bimîne û ev jî ji bo Îngilîzan qada berjewendiyan firehtir bike.

Dîrok û çîroka qirkirina gelê Filistînê jî kûr û dûr e. Siyonîstên niha qirkirinê dikin, rayê vê pirsgirêkê heta beriya 2 hezar sal kisûr dibin û bi sirgûna cihûyan ya wê demê ve girê didin. Bêguman em li dijî sirgûn, kuştin û qirkirina gelê cihû ne jî. Lê weke nûnera fermî ya gelê cihû dewleta Îsraîl, hesabê qirkirina li wan hatî kirin gelekî zêdetir ji mirovahiyê pirsî û hêjî dipirse. Qirkirinên îro Siyonîst dikin jî tê de, ji ber wê dîrokê û lobiya cihûyan a xurt, ji nedîtî ve tên.

Em dixwazin balê bikişînin ser durûtiya derbarê qirkirina gelê kurd, cihû û filîstîniyan… Hêza cihûyan diyar e, em dikarin bêjin çîroka xwe bi hegemonyayeke bîrdozî, siyasî, hunerî, çandî, aborî û hwd. bi cîhanê dane qebûlkirin. Hêjî her sal bi dehan fîlmên derbarê qirkirina cihûyan de têne kişandin. Adeta bi bizmaran ev çîrok di mejiyê mirovan de kutan.

Kurd, weke “gelê bêparêzer” dihatin pênasekirin. Hinekan bi niyeteke baş bi vê gotinê resmê rewşê dikişand, hinekan jî dixwestin kurdan li derdora xwe bigerînin. Piştî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê di pêşengtiya Rêber Apo de dest pê kir, êdî parêzer û parêzvanê kurdan, bûne çiya û Gerîllayên Azadiya Kurdistanê. Durûtiya derbarê gelê kurd de heta astekî teşhîr bûye. Rêveberên faşîst-siyonîst ên Îsraîlê jî dema ku Erdogan hinekî hedê xwe derbas dike, çarçoveya jê re hatî diyarkirin dibûre, behsa êrîşên li ser Kurdan dikin. Li gel ku ji teknîka helîkopterên super kobra heta heronan, her cure teknîka kujer tevî pere û perwerdeya wan dide dewleta Tirk a dagirker jî carinan pêwîstî bi teşhîrkirina kiryarên wan didin.

Mijara Filîstîniyan hinekî din cuda ye. Bi dehan sal e li cîhanê derdora Filîstiniyan de rojevek tê avakirin. Mirovên xwedî wijdan, bi taybet jî şoreşger li doza Filîstînê xwedî derdikevin. Di salên 70’yî de li Tirkiyê jî şoreşgerên weke Denîz Gezmîş diçûn li Filîstînê perwerdeya çekdarî didîtin, tevlî kar û xebatên enternasyonalîst dibûn. Serê salên 80’yî PKK’ê jî ji tevgerên Filîstînî hêz girt û tevlî têkoşîna wan jî bû. Di şerê li dijî Sîyonîzmê de ji dehan zêdetir şehîd û ew qas jî birîndar û êsîrên PKK’ê çêbûn.Tê gotin ku îsraîliyan ji PKK’yiyên êsîr re gotiye, “ma dijminê kurdan nebes bûn, hûn me jî ji xwe re dikin dijmin?” Hinek dibêjin dijminatiya îsraîliyan ya li dijî PKK’ê ji wir tê. Hinek jî dibêjin heta bi serdema Selehedîn Eyûbî diçe…

Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo jî bi van bûyer û dîrokan ve tê girêdan…

Îro li cîhanê xwedîderketina li gelê Filistînê lawaz bûye. Dewletên ereb, ku qaşo xwe weke “netewperestên Ereb û xwediyê doza Filîstînê” nîşan didin, ev gel û doz firotin emperyalîzmê. Li Tirkiyeyê jî şoreşger, demokrat weke tê xwestin li doza Filîstînê xwedî dernakevin. Ji bo wê jî meydan ji demagojiyên Erdogan re dimîne.

Îsraîl, ji Karabuka Tirkiyeyê hesin û pola digire. Li Îskenderûnê petrolê digire. Balafirên wan li ser Konya tatbîkatên kuştina Filîstîniyan dikin. Ticareta Tirkiyê û Îsraîlê her ku diçe rekoreke din a dîrokî dişkîne, lê Erdogan li gelê mezlûm ê Filîstînê xwedî derdikeve!

Gelek şoreşger, rewşenbîr, nivîskar û hwd. dibêjin ku kujerên devbixwîn Netenyahû li ber ketinê bû, bertek û nerazîbûnên li dijî wî zêde dibûn. Hamasê bi çalakiya xwe ya provokatîf hişt ku Netenyahû li ser piyan bimîne û şer berbelavî Rojhilata Navîn bike. Helbet di vê mijarê de nîqaş û hewildanên fêhmkirinê berdewam dikin. Lê bûyerên piştî 7’ê cotmeha 2023’yan qewimîn, ji gelek aliyan ve van angaştan piştrast dikin. Piştî ku ji aliyê Amerîka ve her kes xistin nav bendewariya agirbestekî ve, li Tehranê, Serokê Hamasê Îsmaîl Haniye hate kuştin. Haniye, ji ba Hakan Fîdan çûbû, di kuştina wî de rola Tirkiyeyê jî hate nîqaşkirin. Ew jî mijareke di tariyê de mayî ye.

Di dawiya meha îlonê de li Libnanê, Serokê Hîzbûlahê Hasan Nasrallah hate kuştin…Hemû dane, berbelavbûna şer nîşan didin. Li Rojhilata Navîn, yên ku dixwazin şer berbelav bibe, Netenyahû û Erdogan in. Rewşa her duyan gelekî dişibe hev. Ku makîneya şer bisekine, wê her du jî bikevin. Ku bikevin jî mumkine ku ji dizî, gendelî, qirkirin û sûcên li dijî mirovahiyê werin darizandin. Civaka Îsraîlê, beriya şer jî, piştî şer jî ji bo Netenyahû ji desthilatiyê bixe, rabû serpiyan. Li ber deriyê mala wî konê xwe danîn, protesto kirin û hêjî dikin. Lê ji ber ku ne civak ne jî dewletên Îsraîl û Tirkiyeyê naşibin hev, li Tirkiyeyê protesto nayên kirin. Ji bo ku bikêrî kurdan neyê, CHP’ya qaşo mûxalefete jî nakeve nav hewildanên daxistina Erdogan. Ew jî her ku diçe şer gurtir dike, li ber kamerayan li Filistînê xwedî derdikeve, li pişt kamerayan pêwîstiyên Îsraîlê dabîn dike. Lewre weke dewlet, têkiliyên Îsraîl û Tirkiyeyê stratejîk in, li ser hikûmetan e.

Ji bo ku êrîşên qirkirinê yên li ser gelê kurd û Filistînê bisekinin, herî kêm biqasî dewletan, pêwîstiya gelan bi têkilî, tifaq û çalakiyên stratejîk heye. Zemînê vê yê stratejîk, ji aliyê zîhniyet û tegînî ve Neteweya Demokratîk a ku Rêber Apo pêşkeş kiriye. Aliyê pratîk jî dimîne li ser me. Rêxistin û şoreşgerên her du gelan jî hene.

Li Rojhilata Navîn û cîhanê, çi ji destên zaliman tê dikin, mezlûm çi dikin û yê çi bikin?

Nûçeyên Têkildar