Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly li ser twîtterê daxuyaniyek weşand û ji bo Rojhilatê Derya Spî got ku divê ne qadeke lîstikê ya ji bo hêrsa hinekan be.
Ev daxuyanî di demeke welê de hate dayîn ku Fransa, Yewnanistan, Îtalya û Qibrisê li başûrê Gîrîtê ya Rojhilatê Derya Spî dest bi tetbîqata leşkerî kirin.
Tê payîn ku tetbîqet heta 28’ê tebaxê bidome.
Parlya di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: “Peyama me hêsan e: Ji bo Rojhilatê Derya Spî bibe qada hunermeta li hiqûqa navneteweyî û aramiyê, diyalog, hevkarî û dîplomasî divê bibe karê destpêkê. Divê nebe qada lîstikê ya hêrsa hinekan; ev yek milkekî hevpar e. Rojhilatê Deryaya Spî vediguhere qada aloziyê. Hurmeta li hiqûqa navneteweyî divê bibe pîvanek. Tevî hevkarên xwe yên qibrisî, yewnanî û îtalyayî ji îro û pê ve bi derfetên xwe yên hewayî û deryayî dest bi tetbîqeteke leşkerî kirine.” PARÎS