Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

‘Rojiya Êzî’ sibe li Şengalê dest pê dike

‘Rojiya Êzî’ ku di nava civaka êzdî de yek ji ferzên olî ye û 3 rojan tê girtin, dê sibê li Şengalê dest pê bike. Di her sê ‘Rojên Êzî’ de şahî bên lidarxistin

‘Rojiya Êzî’ ku di nava civaka êzdî de yek ji ferzên olî ye û 3 rojan tê girtin, dê sibê li Şengalê dest pê bike. Di her sê rojên rojiyê de şahî bên lidarxistin. Amadekariyên li Şengalê yên ji bo ‘Rojiya Êzî’ bi dawî bûn. Roja înê jî roja cejnê ye. Bi wesîleya cejna ‘Rojiya Êzî’, Çand û Hunera Şengalê dê sê rojan şahiyan li dar bixe.

Di baweriya êzdayetiyê de hefteya yekem û duyem a kanûnê, rojên herî kurt ên salê ne. Lewma di van her du hefteyan de 3 rojan rojî tê girtin. Li gorî baweriya êzdayetiyê, rojên sêşem, çarşem û pênşemê rojî tê girtin. Di van rojan de xwîn nayê rijandin, pêkanîn û gotinên xirab nayên kirin, munasebetên zayendî çênabin û kar nayê meşandin. Tenê dia tê kirin. Lewma rojek beriya destpêkirina rojiyê, ango di roja duşemê de her malbatek sewalekî serjê dike û ji vê rojê re jî ‘Roja Serbirê’ tê gotin. Roja înê jî cejna Rojiya Êzî ye.

Qewlên êzdiyan

Di baweriya êzdiyan de kesê/a ku rojî bigire divê ji her tiştî zêdetir li zimanê xwe miqate be û axaftinên nerast nebêje. Her wiha divê tişta ku nehatibe kirin neyê gotin. Têkildarî mijarê di qewlên êzdiyan de wiha tê gotin: “Heçê hukim kir li zimanê wê boriye, li ber rehmanê wike çêl çile û micada hilanî. (Her kesekê ku li ser zimanê xwe hakim be, ew kes li ba rebê xwe, yan jî li ba Xwedayê xwe rêzdar e û weke çil roj rojî girtibe, tê hesibandin)”

Li ser rêwingan ferz nîne

Kesên ku nexweş bin an jî nexweşiyeke wan ê taybet hebe, her wiha kareke wan ê lezgîn derkeve û ji mala xwe dûr bikeve, ew kes dikarin rojiyê negirin û li ser wan ferz nabe. Li gorî baweriyê, rojî di berbanga sibehê beriya ku dinya ronî bibe destpê dike û ji vê kêliyê û şunde xwarin nayê xwarin û av nayê vexwarin. Fitare jî dema roj çû ava û dinya tarî bû, tê vekirin. Beriya fitarê jî, kesên bi rojî dest û çavên xwe bi ava paqij dişon. Piştre hemû endamên malê li ser sifreyê rûdinin û mezinê/a malê diaya; ‘Ya Xwedê û Êzî tu xêra me, zarokên me û ya herkesên xêrxwaz qebûl bikî’ dikin. Piştre dest bi xwarinê dikin.

‘Rojiya Feqîran’ û ‘Rojiya Babê Şêx’

Di nava civaka êzdiyan de ‘Rojiya Êzî’ bi 2 rengan tê girtin. Ji van rengan re jî ‘Hesaba Mergehê’ û ‘Hesabê Laleşê’ tê gotin. Li gorî vê yekê; êzdiyên li Şengalê hefteya yekemîn a meha kanûnê rojî digirin û navê ‘Rojiya Feqîran’ lê hatiye kirin. Êzdiyên li herêma Şêxan û Laleşê jî di hefteya duyem a kanûnê de rojî digirin û navê ‘Rojiya Babe Şêx’ lê hatiye kirin.

Li gorî hesabê Şengalê, îro  piştî saet 12:00’an li navçeya Şengalê ‘Roja Serbirê’ ye û her malbatek pez serjê dike. Sibê jî dê rojî dest pê bike û 3 rojan bidome. Roja înê jî cejne. Bi wesîleya cejna ‘Rojiya Êzî’, Çand û Hunera Şengalê dê sê rojan şahî li dar bixe.

Roja yekem li gundê Kersê, roja duyem dê li Komalgeha Borikê û roja dawî jî li bajarokê Sinûnê bê lidarxistin.

Çavkanî: Îbrahîm Êzdî/ŞENGAL-ROJNEWS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar