Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Rojiya mirinê qîrîna li dijî bêdengiya civakê ye’

Sekreterê Giştî yê TÎHV’ê Metîn Bakkalci, di mijara grevên birçîbûnê veguhertin ‘rojiya mirinê’ de ev tişt gotin: “Di vir de, berpirsiyariya esasî dikeve ser milê desthilatdariya siyasî. Ji bo gav avêtin, divê em zoriyê li desthilatdariyê bikin.” Seroka Giştî ya TÎHV’ê Şebnem Koruru Fîncanci û Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî gotin rojiya mirinê qîrîna li dijî bêdengiya civakê ye

Ji 7 hezar girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rojane di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene 15 girtiyan îro ragihan din ku ger hikumet gav ne avêjê dê sibe (30’ê nîsanê) dest bi “Rojiya mirinê” bikin. Seroka Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şebnem Korur Fîncanci, Sekreterê Giştî yê TÎHV’ê Metîn Bakkalci û Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî çalakiyên grevên birçûbûnê yên li dijî tecrîdê veguherîn rojiya mirinê nirxand.

‘Berpirsyiyarî ya dewletê ye’

Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî rojiya mirinê ya dê li girtîgehan dest pê bike nirxand û wiha got: “Ji bo li Tirkiyeyê hiqûq pêk bê meseleyek pir hêsan gihîşt van qonaxên metirs. Ev rewş giran dibe. Berpirsiyariya herî mezin a hikumetê ye. Pêkanîna qanûnan di bin berpirsiyariya dewletê û organên dewletê de ye. Pêkneanîna vê yekê ya heta îro sûcek e. Divê hikumet musade nekirina pêvajo bihata heta vir. Lazim gav biavêta. Divê ji vê meseleyê re çareseriyek were hilberandin. Ji bo pêkanîna qanûn û hiqûqê divê daxwaza girtiyan were qebûlkirin. Ev rewş bi kurahî me xemgîn dike. Divê hemû aliyên civakê jî di vî warî de berpirsiyariya xwe bicih bînin.”

‘Divê gavên pêwîst werin avêtin’

Seroka Weqfa Mafên Mirova ya Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci got di asta dihat xwestin de civak xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derneket. Fîncanci destnîşan kir ku çalakgerên greva birçîbûnê ji bo dengê xwe bidin bihîstin neçar man serî li vê rêbazê bidin. Her ku biçe bêdengiya civakê wê qonaxê ber bi qonaxek din ve bibe û bibe sedemê mirina mirovan. Divê ji bo çalakiyên greva birçîbûnê demildest gav bên avêtin. Bi taybetî berpirsiyarek girîng dikeve ser milên siyasetê. Divê teqez îradeya siyasî guh bide vî dengî û ji bo daxwaza wan gavên pêwîst werin avêtin. Ji bo daxwaza girtiyan were qebûlkirin û tecrîd bi dawî bibe carek din em banga xwe li vir dubare dikin.”

‘Ev qîrîna biryardariyê ye’

Bakkalci jî diyar kir ku armanca kesên di greva birçîbûnê dene, ne mirinê, berevajî dana jiyîn û wiha axivî: “Girtî bi van çalakiyan hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Serî li vê çalakiyê dayîn, di esasê xwe de ‘qîrîniyeke.’ Ji ber ku tu rê nemane êdî mirov van tercîhan didin. Ev qîrînî, qîrinya ‘em di çalakiya xwe de bi biryarine.’ Ji warê mirovî de, pêkanîna tecrîdê ji xwe  nayê qebûl kirin. Di warê hiqûqî de jî nayê qebûl kirin. Çareseriya wê jî minkune.”

Bakkalci destnîşan kir ku berpirsiyartiya esasî dikeve ser milê desthilatdariyê û wiha got: “Ji bo ku desthilatdarî gav bavêje, divê beşên civakî hîn zêdetir bikevin nava hewldanan.” ENQERE / STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar