Nûçegihana JINNEWS’ê Rojda Aydin û nûçegîhanê MA’yê Ahmet Kanbal ku di danê sibehê de li Mêrdînê bêyî hincetek bê nîşandan hatibûn binçavkirin, hatin berdan
Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) a Mêrdînê ji bo piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê û balkişandina ser rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê daxuyanî da.
Nûçegîhana JINNWES’ê Rojda Aydin û nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal jî dema ku daxuyanî di şopand, hatin binçavkirin. Rojnameger Aydin û Kanbal ên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM’ê û îfadeyên wan girtin. Piştî îfadeyê jî rojnameger Aydin û Kanbal hatin berdan. MÊRDÎN