Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rojnameger Abayay li ser gora xwe hat bibîr anîn

Di pêşengiya Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) de rojnamegeran hempîşeyê xwe Çetîn Abayay ê 27 sal berê li Êlihê hat kuştin li ser gora wî ew bibîr anîn

Rojnameger û xebatkarê Kovara Ozgur Halkê Çetîn Abayay di 29’ê Tîrmeha 1992’an de li Êlihê dema diçû malê rastî êrîşê hatibû û jiyana xwe ji dest dabû. Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) û komek rojnameger, hempîşeyê xwe Çetîn Abayay ê 27 sal berê li Êlihê hat kuştin li ser gora wî ya li taxa Îpragazê ew bibîr anîn. Di bernameya biranînê de parlamenterê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî, Berdevkê ÎRA’yê Hakkî Boltan, malbata Abayay û gelek kesên din beşdarî bîranînê bûn. Komê di bîraninê de wêneyê Abayay hilgirtin.

Berdevkê ÎRA Hakkî Boltan diyar kir ku êrîşên di salên 1990’î de li dijî rojnamegerên kurd pêk dihatin polîtîkaya dewletê bû û wiha got: “Ji ber politîkaya dewletê bû hêj kujer nehatine aşkerakirin. Di ser kuştina Abayay re 27 sal borîn lê hêj kujer nehatine dîtin. Di demên herî dijwar de Abayay belavkarî dikir û kovar digîhandin gel. Îro ev kevneşopî didome. ”

Parlamenterê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî jî anî ziman ku ew niha di serdema ku azadiya çapemeniyê tê niqaşkirin re derbas dibin û wiha got: “Di salên 1990’î de em mafê jiyana rojnameger diaxivîn. Her ku rojnameyek digîhişt deste me, rojnamegerek dihat kuştin. Em gelek tişt deydanê wan in.”

Xwişka Abayay Rahime Abayay jî anî ziman ku ew hevî dikin ku êdî aştî bê ser vê axê û şehîdên çapemeniyê bibîr anî.

Komê piştî qurnefîl danîn ser gorê, dua kirin û belav bûn. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar