Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Rojnameger Abdurrahman Gok hat tehliyekirin

Rojnameger Abdurrahman danişîna diueymîn ali Amedê hat dîtin de tehliye bû. Rojnameger Gok diyar kir ku ew di 10 salên dawî yên rojnamegeriyê de rojnamegeriya qadên şer dike û wiha got: “Tevahiya delîlên ku dozgerî nîşan dide, nûçeyên min ên di MA’yê de hatine weşandin in.”

Duyemîn danişîna doza edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok ku di 25’ê nîsanê de hatibû girtin, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Amedê hat lidarxistin. Gok, bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” tê darizandin.  Rojnameger Gok, parêzerê wî û nûnerên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran di danişînê de amade bûn.

Şahidê aşkera Umît Akbiyik bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Akbiyik got ku ew Gok nas dike û îdia kir ku li Pel Produksiyonê dixebite. Akbiyik îdia kir ku Gok li Pel Produksiyonê dîtiye lê dîroka wê nayê bîra wî. Bi domdarî Akbiyik ev îdia kir: “Tîrmeh an jî tebaxa sala 2020’an bû. Têkildarî vî şexsî ez tu tiştekî din nizanim.”

Parêzer Resûl Temûr jî ji şahidê aşkera pirsî bê ka haya wî ji cînayeta Kemal Kurkut heye yan na. Akbiyik jî got ku ev bûyer li ser çapemeniyê bihîstiye lê nizane bê ka kê wêne kişandine. Ji bo pirsa têkildarî çavdêriya tenduristiya Gok jî Akbiyik got ku tu çavdêriyên wî nînin.

‘Rojnamegeriya qadên şer dikim’

Piştre jî rojnameger Gok axivî û got ku gotinên şahid rast nînin. Gok da zanîn ku ev 20 sal in rojnamegeriyê dike û wiha domand: “Di 10 salên dawî yên rojnamegeriyê de rojnamegeriya qadên şer dikim. Ez xebatkarê Pel Produksiyonê nînim û xebatkarê MA’yê me. Tevahiya delîlên ku dozgerî nîşan dide, nûçeyên min ên di MA’yê de hatine weşandin in. Ev yek bi tena serê xwe van îdiayan vala derdixînin. Tevî vê yekê jî dibêje ku min li Pel Produksiyonê dîtiye. Di çileya 2020’an de ez birîndar bûm. Heta bi gopalî hatim darizandinên vê derê. Li vir jî xuya dike ku şahid rastiyan nabêje. Di sala 2009’an de ez nûçegihanê Meclisê bûm. Çûm Newrozên Sêrt û Amedê. Ji ber wêneyên min di Newrozê de kişandin hatim girtin û 8 meh piştre hatim berdan. Ji ber vê yekê li gorî min şahid tiştekî rast nabêje. Ez wî cara ewil e li vir dibînim. Di dosyayê de jî derheqê min de tu îfadeyên wî nînin. Dema cara ewil dozgeriyê nîşanî min dayî ev îfade tune bû. Piştre di pênc îfadeyên vî şahidî de navê min derbas dibe. Li gorî min dema îfade dida hatiye arastekirin.”

Armanca rojnameger heqîqetê derxe holê

Gok, da zanîn ku bi wêneyên xwe îdiayên Midûriyeta Emniyetê ya Amedê yên têkildarî Kemal Kurkut vala derxistiye lewma 8 meh in girtî ye. Gok, bal kişand ser qeydên HTS’ê û wiha pê de çû: “Tevahiya kesên behsa wan tê kirin rojnameger in. Rojnameger di navbera xwe de diaxivin. Di navbera hev de û têkildarî nûçeyan sihbetan dikin û ji hev sersaxiyê dixwazin. Heta hevdîtinên min ên di dema girtîgehê de jî li dosyayê hatine zêdekirin. Belgefîlma Kobanê weke sûc hatiye nîşandan. Armanca rojnameger ew e ku heqîqeta li wê derê derxîne holê. Min jî ev yek kir. Li Xezeyê zêdetirî 60 rojnameger hatin kuştin. Îsraîl jî rojnamegerên nûçeyan çêdikin digire û hedef digire. Rojnamegerek, bi zimanê îktîdarê rojnamegeriyê nake.”

Piştre jî parêzerê Gok, Resûl Temûr axivî. Temûr, got ku miwekîlê wî li Pel Produksiyonê naxebite û wiha domand: “Şahid yekser got ‘Ez rastî tevgereke Abdurrahman Gok nehatime.’ Lewma îfadeyên şahid ji bo xelaskirina xwe ne. Pêşniyara min ew e ku hûn îfadeyên wî esas negirin.”

Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî diyar kir ku şahid îtîrafkarekî kadro yê polîsan e lewma divê îfadeyên wî esas neyên girtin.

‘Akbiyik, îtîrafkar e’

Parêzerê MLSA’yê Veysel Ok jî got ku Gok ji ber ku “îktîdar aciz kiriye” lewma tê darizandin. Ok, diyar kir ku Pel Produksiyon şîrketeke legal e û Gok li wir naxebite. Bi domdarî Ok, wiha got: “Bi tawanbariyên heyî hewl didin produksiyonê îllegalîze bikin. Tiştekî biaqilane nîne ku dema mirov kesekî nû nas dike tiştekî wiha jê re bibêje. Akbiyik, îtîrafkar e. Li gorî Dadgeha Bilind, îfadeyên îtîrafkaran bi tena serê xwe nabin sûc. Ji bo xelaskirina xwe dikare îtîrafan bike. Her wiha ji bo MA’yê têgeha ‘eleqeya wê bi terorê re heye’ tê bikaranîn. Biryara AYM’ê ya têkildarî Cemîl Ugur heye. Nabe ku rojnameger li ser ajansê bê darizandin. Di destê rojnameger de nûçeyên nehatine temamkirin û qeyd nabin sûc. Dema em li vê dosyayê dinêrin, dibînin ku sedema wê wêneyên Kemal Kurkut in. Kemal Kurkut û Abdurrahman Gok yek in. Em dixwazin bê tehliyekirin.”

Dozger jî dema girtîmayîna Gok li ber çavan girt û xwest Gok were tehliyekirin. Dadgehê jî bi şertê qedexeya derketina derve biryara tehliyeyê da û danişîna dozê taloqî 12’ê adarê kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar