Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Rojnameger Alankuş hat darizandin

Rojnameger Semîha Alankuş a der barê wê de doz hatibû vekirin, derket pêşberî dadgehê. Alankuş, di danişînê de sûcdariya der barê xwe de red kir û wiha got: “Ez şahidiya nepen qebûl nakim. Ez rojnameger im.” Heyetê biryar da ku avêtina îmzeyê rake û doz taloq kir

Danişîna rojnameger Semîha Alankuş ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” doz lê hatibû vekirin li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de rojnameger Alankuş û parêzerê wê Resul Tamur amade bûn.

Alankuş di danişînê de sucdariya der barê xwe de red kir û wiha got: “Ez ne endamê PKK’ê me. Ez rojnameger im. Hemû axaftinên min vekirî û aşkera ne. Tu têkiliya min û KJA, TJA û Welatiyên Azad re tune ye. Ez rojnameger im. Ez îfadeya şahidê nepen ya der barê xwe de qebûl nakim. Ez beraeta xwe dixwazim.”

Dozger xwest materyalên di operasyonê de hatin girtin wekî delîl bên lekolîn kirin û xwest li benda encama lêkolinan bê hiştin. Dozger xwest îmzekirin û qedexeya derketina derve berdewam bike. Parêzerê Alankuş Resul Tamur jî anî ziman ku pêwistî bi bendemayîna materlayên dijîtal tune ye û beraeta muwekila xwe xwest.

Heyetê piştre der barê Rojnameger Alankuş de biryara şertêb avetina îmzeyê rakir û danişîn taloq kir. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar