PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Pazar - 24 Kasım 2024

Rojnameger Alataş hat bibîranîn

Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Metîn Alataş di 13’emîn salvegera kuştina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.

Belavkarê rojnameya Azadiya Welat Metîn Alataş di 4’ê nîsana sala 2010’an de li navçeya Seyhan a Edeneyê hat kuştin û cenazeyê wî bi darekê ve hilayîstî hatibû dîtin. Bi ser kuştina Alataş re 13 sal derbas bûn. Alataş, di 13’emîn salvegera kuştina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Kuçukobayê hat bibîranîn. Malbata Alataş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Behra Spî (AYKAY-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Behra Spî Edene (AATUHAY-DER), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê tev li merasîma bîranînê bûn.

Merasîm, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî hevseroka AYKAY-DER’ê Nîmet Tekîn axivî û got ku dê têkoşîna Alataş bidomînin. Dayika Alataş, Hatûn Alataş jî diyar kir ku mîna dosyayên Mûsa Anter (Apê Mûsa) û Kadrî Bagdû, di dosyaya kurê wê de jî faîl nehatine girtin û nehatine darizandin. Alataş, got ku heta kujer tên girtin û darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin.

Di merasîmê de beşdaran rojnameyên Yenî Yaşamê û gul danîn ser gora Alataş. Piştre jî beşdar çûn serdana gora belavkarê rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû ku hatibû kuştin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar