Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rojnameger Aştiyan: Axaftinên Abdullah Ocalan tên wergerandin

Rojnameger Pune Aştiyan diyar kir ku berxwedana gelên Îranê berdewame û wiha got: “Ev 43 sal in jin serî hil didin û di dawiya dawî de vê berxwedana wê bandor li zilaman jî kir.”

Serhildana li Îranê ku di 16’ê îlone de bi kuştina Jîna Emînî re dest pê kiribûn, tevî hemû êrîşên hêzên rejîmê jî berdewam in. Rojnameger Pune Aştiyan çalakiyên li Îranê nirxand û da zanîn ku heta gel encamekî ji çalakiyan digire jî dê li qadan be.

Aştiyan da zanîn ku çalakî li herêmên cuda didomin û wiha got: “Bi taybet jî li Belucistanê piştî nimêja înê çalakî zêde dibin. Heta niha jin tev li van çalakiyan nedibûn lê êdî jinên beluc xwe birêxistin dikin û tev li çalakiyan dibin. Li vê herêmê jin bi xwe çalakiyên xwe birêxistin dikin. Li herêma Rojhilat jî çalakî li eyaletên cuda didomin. Gelek kes li Kurdistanê hatin binçavkirin û serdegirtinên bişev didomin. Li şûna polîsan, Mihafizên Şoreşê ev bajar dorpêç kirine. Yên ku diçin herêmê piştî kontroleke zêde û lêgerînan derbas dibin. Heta pir zêde li telefonan jî dinihêrin. Dorpêçê giran li ser herêmê hene. Li gelek deveran înternet hatiye qutkirin û mirov nikare xwe bigihîne tu kesî.”

‘Malbatên şehîdan çalakiyan li dardixin’

Bi domdarî Aştiyan diyar kir ku gel hêj di daxwazên xwe yên destpêkê de biisrar e û wiha domand: “Armanca sereke ya destpêkirina berxwedana li Îranê guherandina rejîmê û guherandina pergalê bû. Gelên cuda tev li çalakiyan dibin. Lewma daxwazên cuda hene lê di esasê de hemû kes li dijî pergala heyî ye. Çalakvan reforman red dikin. Gel dirûşma ‘em Şah naxwazin’  berz dike. Gelên Îranê rêveberiyeke demokratîk dixwazin û dev ji vê bernadin. Di her roja vê mehê de li Belucistan û Kurdistanê kes hatin bidarvekirin. Rejîm bo van darvekirinan hincetên cuda nîşan dide û dibêje ne ji ber çalakiyan e. Lê belê em baş dizanin ku ev gotin rast nînin. Ji ber helwesta îktîdarê ev îdam zêde neketin ser çapameniyê. Lê em dikarin bi aşkereyî bibêjin ku rejîm çalakvanan bidarve dike. Malbatên kesên tên bidarvekirin li ber xwe didin û dixwazin rejîm biguhere. Her wiha malbat dixwazin ku berpirsyarên îdaman bên cezakirin. Malbatên van kesan bûn aktîvîst û maf û edaletê dixwazin.”

‘Rejîm çalakiyan paşguh dike’

Di berdewamê de Aştiyan diyar kir ku rejîm weke ku çalakî nebin tevdigere û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Helwestekî durû raber dike. Li ser medyaya xwe weke ku çalakî nebin tevdigere û dixwaze rewşeke wiha bi gel bide qebûlkirin. Tişta ku tevahiya cîhanê dibîne, çapemeniya wan nabîne. Nûnerên rejîmê li ser çapemenipya xwe dibêjin; ‘çalakiyên xurt nînin. Jiyan êdî asayî dibe. Em kujeran dikujin.’ Li ser medyaya xwe îfadeyên çalakvanan ên bi îşkenceyê hatine girtin diweşînin û antîpropagandayê dikin. Ew çiqas veşêrin jî, dema medyaya wan hatî hackirin derket holê bê ka çiqas ditirsin. Rejîm di nava tirsê de ye û derketibû holê ku hinek endamên artêşê naxwazin bi rejîmê re hevkariyê bikin. Çendek roj berê derket holê ku malbatên rêveberên medyaya fermî ya Îranê li Kanadayê serlêdana îltîcayê kirine û derheqê malbatên xwe de bûne îtîrafkar. Her roj agahiyên nû tên ku malbatên gelek ji wan reviyane. Ev yek nîşan dide ku îktîdar ji hev belav dibe.”

‘A girîng ew e ku zilam jî tev li dibin’

Rojnameger Aştiyan destnîşan kir ku Rêberê Olî yê Îranê Alî Hamaney hefteyek berê Midûrê Emniyetê yê Îranê Hosseîn Ashtarî ji peywirê girtiye û ev nirxandin kir: “Li şûna wî Ahmed Riza Radan hat tayînkirin. Radan, çalakiyên berê bi bikaranîna tundiyeke zêde têk biribûn û kesê sepana ‘polîsên exlaqê’ xistî meriyetê jî ew e. Ev rewş vê yekê nîşanî me dide; Hamaney dixwaze dîsa tundiyê bi kar bîne. Li gorî agahiyan, Hamaney dibêje ku Ashtar ji bo têkbirina çalakiyan zêde tundî bi kar ne aniye. Rejîma Îranê di dema çalakiyan de gelek derhiqûqî kirin û bêyî ku mirovan bidarizîne ew bidarve kirin. Me gelek caran got ku tu mafê jinên li Îranê nîne. Bêyî îmzeya mêran, jinên li Îranê nikarin tedawî jî bibin. Bi sala ye jin li dijî vê têdikoşin. Bi sala ye jin xwe dişewitînin û li dijî vê derdikevin. Me ev yek bi taybet jî li Rojhilat dît. Anku heta Jîna Emînî hatiye kuştin, zilaman berxwedana me her tim paşguh kirin. Her tim jinedîtî ve hatin lê piştî kuştina Emînî tev li çalakiyan bûn. A girîng rew e ku jin ev 43 sal in li ber xwe didin û di dawiya dawî de kirin ku zilam jî tev li berxwedanê bibin.”

Mirinên biguman

Aştiyan, anî ziman ku gelek kesên piştî binçavkirinê tên berdan demekî şûnde întîhar dikin û wiha pê de çû: “Hefteyek berê hempîşeyê me Mohsen Cefferi piştî ku ji bin çavan hatiye berdan, xwe kuşt. Tê gotin ku dema ev kes tên berdan gotinên hêviyê didin dikin û rojek piştre întîhar dikin. Ez ji van tiştan bawer nakim û dibêjim ku mirinên biguman in. Heta li gorî min ev kes tên kuştin û piştre weke ku întîhar kiribin nîşan didin. Di demên berê de ev tişt pir zêde li vî welatî hatin kirin. Mirov dibêjin ku di dema binçavkirinê de hinek tiştên jehrî didin binçavkiriyan û dema tên berdan jî pê dimirin. Ev mijar hêj nehatiye zelalkirin. Her tiştek di destê dewletê de ye lewma nexweşxane tiştên pêwîst nakin. Mirov nizanin bê ka zarokên wan çima dimirin. Divê ev mijar bê zelalkirin.”

‘Axaftinên Ocalan werdigerînin farsî’

Di berdewamê de Aştiyan daxuyand ku çalakî di dema destpêkê de birêxistinkirî nebûn û ev tişt anî ziman: “Lê çalakiyên niha bêhtir birêxistinkirî ne. Di çalakiyên nû de dibînin ku kesên birêxistinkirî tev li dibin. A herî girîng jî ew e ku kurd û çepgir hîn bêhtir xwe birêxistin dikin. Heta niha qedexe bû ku aliyan xwe birêxistin bikira. Lê tevî qedexeyan jî gel xwe birêxistin dike. Jixwe dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ jî nîşaneya vê ye. Çendek roj berê em bûn şahid ku çalakvanan çendek axaftinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wergerandin farsî û lê temaşe dikirin. Çalakvan ji gel re vedibêjin bê ka dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ bingeha xwe ji ku digire. Çalakvan felsefeya Abdullah Ocalan bo xwe mînak digirin û xwe birêxistin dikin.”

‘Dê encamek ji çalakiyan derkeve’

Pune Aştiyan, axaftina xwe wiha qedand: “Di dawiya dawî de teqez dê encamek ji van çalakiyan derkeve. Hêrseke mezin a gel heye ji ber ku rejîmê hemû derdor eciqand. Tevahiya gel ji rejîmê nefret dike. Piştî ewqas komkujiyan her tişt dê mîna berê nebe. Mirovan li kolanan dikujin. Lê vê besî xwe nabînin ku îcar mirovan bidarve dikin.  Heta ku malbatên ku xwîna zarokên wan hatiye rijandin û hevalên wan hebin dê ev pergal nedome. Malbatên ku zarokên wan hatine kuştin dibin yek û li dijî vê rewşê derdikevin. Biryara darvekirinê ya du kesan, di encama çalakiyan de hat betalkirin. Mirov dirûşma ‘li şûna her kesê hûn kuştin dê bi hezaran kes derkevin kolanan’ berz dikin. Betalkirina darvekirina van kesan nîşan dide ku gel xwedî li xwe derdikeve. Lewma her tişt dê mîna berê nebe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar