Rojnameger Huseyîn Aykol ê duh hat girtin bi rêya parêzerê xwe peyam şand û wiha got: “Tişa me kiriye rojnamgeriye. Teqez bedela tiştên xweş heye.”
Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol duh li Enqereyê hat binçavkirin û bi boneya cezayê wî yê girtîgehê hat êrêkirin hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa F a Sîncana Enqereyê. Aykol îro li gel parêzerê xwe hevdîtenek pêk anî û bi rêya parêzer peyamek kurt şand. Aykol di peyama xwe de wiha got: “Tişa me kiriye rojnamgeriye. Teqez bedela tiştên xweş heye. Ez matmayî nemam û xemgîn nebûm. Ez ê ji niha şûn ve dengê xwe li vir ragihînim.” ENQERE