Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Rojnameger Azîz Orûç nehat berdan

Rojnameger Azîz Orûç di 11’ê kanûna 2019’an de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê hatibû binçavkirin û piştî çend rojan hatibû girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa L a Panosê. Danişîna duyemîn a doza Orûç îro li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê hat dîtin.

Muhammet Îkram Muftuoglû û Abdullah Elek ên danişîna ewil ji dozê hatin berdan beşdarî danişînê bûn. Dîcle Muftuoglû, Turgay Îlboga û Yucel Îlhan ên negirtî tên darizandin beşdarî danişînê nebûn. Rojnameger Orûç jî ji Girtîgeha Panosê bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerên Orûç di danişînê de amade bûn.

Bi hinceta vîrûsa koronayê nehiştin rojnameger danişînê bişopînin.

Orûç di danişînê de parastina xwe kir û beyanên xwe yên berê dubare kir û got ku ji ber şewba vîrûsê jiyana wî bi xetereyê re rûbirû ye û anî ziman ku têkiliya wî bi tu rêxistinê re nîne.

Şandeya dadgehê biryara dewama girtina Orûç da û danişînê taloqî 9’ê mijdarê kir.

Dadgehê derbarê yên negirtî tên darizandinê de jî tevdîra kontrola edlî rakir. AGIRÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar