Gulistan

Hefteya beriya vê min li ser Rosîda Mêrdîn nivîsandibû û sernivîsa min jî Rosîda bû. Vê hefteyê jî sernivîsa min Gulistan e. Gulistan jî wekî...

Xwendina Azadiyê azad dike

Rêber Abdullah Ocalan piştî hat girtin li Zindana Îmraliyê tevî şertên herî giran û xerab, gelek pirtûk nivîsandin. Pirtûka Parastina Rihayê, Parastina Atînayê, Parastina...

Gulistan

Hefteya beriya vê min li ser Rosîda Mêrdîn nivîsandibû û sernivîsa min jî Rosîda bû. Vê hefteyê jî sernivîsa min Gulistan e. Gulistan jî wekî...

Xwendina Azadiyê azad dike

Rêber Abdullah Ocalan piştî hat girtin li Zindana Îmraliyê tevî şertên herî giran û xerab, gelek pirtûk nivîsandin. Pirtûka Parastina Rihayê, Parastina Atînayê, Parastina...
Cuma - 30 Ağustos 2024

Gulistan

Hefteya beriya vê min li ser Rosîda Mêrdîn nivîsandibû û sernivîsa min jî Rosîda bû. Vê hefteyê jî sernivîsa min Gulistan e. Gulistan jî wekî...

Xwendina Azadiyê azad dike

Rêber Abdullah Ocalan piştî hat girtin li Zindana Îmraliyê tevî şertên herî giran û xerab, gelek pirtûk nivîsandin. Pirtûka Parastina Rihayê, Parastina Atînayê, Parastina...

Rojnameger Bêrîtan: PDK’ê xeta Behdînanê firotiye Tirkiyeyê

Rojnameger Berîtan Sarya diyar kir ku di 3’yê tîrmehê de PDK û hikûmeta Iraqê rê ji Tirkiyeyê vekirû wiha got: “PDK’ê xeta Behdînanê firot Tirkiyeyê. Hewl dide Xebata Bahat, Heftanîn, Metîna û Xakurkê dagir bike. Der barê berjewendiya PDK’ê de tiştek tune, têkiliyên malbatî ya Barzaniyan a bi dewleta tirk re ye." 

Tirkiyeyê êrîşên xwe yên li ser Amêdiyê ya girêdayê Duhoka Başurê Kurdistanê di rojên dawî de zêde kirine. Tirkiye gundan ji hewayî û bejayî bombebaran dike. Tirkiye ku bi PDK’ê re hevkariyê dike, bi rojane sewqiyata leşkerî dikin. Êrîş didomin û ji Sûriyeyê jî nêzî 800 komên paramîlter anîne herêmê û bicih kirin e.

Em beşa ewil a gotûbêja xwe ya bi rojnameger Berîtan Sarya re diweşînin.

Êrîşên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê re didomin. Di rojên borî de ji herêma Çelê sewqiyata leşkerî, tanq û wesayîtên zirxî hat detspêkirin. Rewşa wir ya dawî çi ye?

Ji 2017’an de ye tevgereke dagirkirinê heye. Di 2015’an de şer ji nû ve hat destpêkirin. Di 2017’an de veguherî tevgera dagirkirinê. Di 2021’ê de bi tevgera dagirkirina Garê re çekên kîmyewî bi kar anîn. Di nîsana 2024’an de tevgera nû dan destpêkirin. Li xeta Behdînan tevgera dagirkirinê heye. Hewl didin pêş ve biçin. Rojane sewqiyat hebûn lê veşartî dimeşandin. Ji 25’ê hezîranê şûnde aşkere kirin.  Di 3’yê tîrmehê de PDK û hikûmeta Iraqê rê ji Tirkiyeyê vekir. Berê ji bejahî dihatin. An jî dadiketin. Vê carê bi riyên fermî hatin. Ev bi teşwîqa PDK’ê hat kirin.

Ev di 2021’ê de li Çarçele û Amêdiyê heman awayî hat jiyîn. Heta 3’yê tîrmehê PDK û hêzên dagirker ligel hev bûn. 25’ê hezîranê de dewleta tirk êrîşê Berwarî û Kanimasî ya Metînayê kirin. Ew der axa Iraq û başûrê Kurdistanê ye. Li Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê şewatek derketibû. Koma tirkmen ev girtibû ser xwe. Wê demê Wezareta Karên Hundir a Iraqê û PDK’ê, PKK û YNK sûcdar kir. Gel jî ji PDK’ê biguman bû. YNK’ê daxuyanî da: 300 DAIŞ’ê anîne herêma Berwarî û Bala. Hinek malperên başûrê Kurdistanê diyar kirin ku 800 DAIŞ’ê anîne xeta Zap, Metînayê.

Ji 3’yê tîrmehê şûnde daketin Girê Bahara. Li wan deran mewziyên gerîla tune ye. Li dijî vê dagirkirinê gerîla her tim di nava çalakiyan de bû. Yekîneyên ji Şeladizê û Delolokê anîn şandin xeta Sergele. Sergele gundekî sratejîk e. Wek xeta derbasbûnê ya Metîna Garê û Zapê ye. Hewl didin li Sergelê qereqolê ava bikin. Beriya wir qerekoleke ku PDK’ê ava kiribû hebû. Beriya vê tevgerê blokên betonê anîn wir. Dixwazin li sînor ku nêzî bendavê ye qerekolekê çêbikin. Ji 92’an heta niha encama Peyma Tirkiyeyê ya bi PDK’ê re 5 baragehên mezin ên Tirkiyeyê hebûn. Niha nêzî 100 nokteyê qerekol çêkirine. Dixwazin li Şeladîzê jî baragehê ava bikin.

Ev di 3’yê tîrmehê de îlan kirin. Ew herêm ji xeta Başûr û Bakur dorpêç kirin û dixwazin li Metîna û Zapê berxwedana gerîla bişkînin û ber bi Gareyê ve biçin. Dixwazin ji Garê heta Misûlê dagir bikin. PDK jî li vir alîkar e. Li Zap û Metînayê êrîşên dijwar hene. Gund hatin valakirin. Bomberan tê kirin. Nêzî 8 gundî vala kirin. Rojane li van gundan dixe. Artêşa tirk bi ser gundên herêma Zap û Metînayê girt. Berê PDK’ê bi ser de digirt niha artêşa tirk dike. Niha 600 gund di bin gefa valakirinê de ne.

Êrîşên ku Tirkiye dixwaze bike îro bi destê PDK’ê tên kirin. Berjewendiya PDK’ê ya di vir de çi ye, li pişt planê kîjan lihevkirin hene?

PDK, dewleta tirk e. PDK wek hêzeke kurd binavkirin wê neheqî be. Heta niha tu tişt nedaye kurdan. Rola Barzaniyan ji pêvajoya komara kurd a Mahabadê tê zanîn.  PDK ji aliyê Îbrahîm Ehmed ê ve li Silêmaniyê hatiye avakirin. Di 1960’î de ji her derê bo serhildanê piştgirî da. Dema pêşengên rojhilat têkşîn dan destpêkirin PDK’ê ew firotin dewleta Îranê. Yek ji van jî Silêman Muyînî ye. Wan bixwe qetil kir û teslîmê Îranê kirin. YNK’ê di 1978’an de li hember bakurê Kurdistanê tevgerek da destpêkirin. Pêşmergeyên xwe şandin. 300 pêşmerge ji aliyê PDK û artêşa tirk ve li sînorê Colemêrgê hatin qeitlkirin. Ji 1985’an şûnde têkilî pêş xistin. Di salên 90’î de dewleta tirk di operaysonên li hember Başûr de cih girt. Kengê şoreşgerên kurd ji bo Kurdistan û gelê kurd tiştek kir her tim PDK derket pêş wan. Hêzeke li hember gelê kurd tê bikaranînê ye.

Ez dixwazim hûn li ser hevdîtina serokomar Tayyîp Edogan û serokdewletê Sûriyeyê Beşşar Esad bisekinin. Hat gotin ku di hevdîtinê de lihevkirin bibe wê qadên dagirkirî bidin ENKS’ê. Der barê vê de nêrînên we çi ne?

Hevdîtina Esad û Erdogan bi navê normalbûnê tê kirin. Erdogan di polîtîka Sûriyeyê de têk çû. Ji bo Şoreşa Rojava tasfiye bike hewl dide bi Esat re hevdîtinê bike. Ji bo rewabûna xwe Esad bi kar tîne. Tê gotin ku Esat û Erdogan li hev bikin wê herêmên dagirkirî bidin ENKS’ê. Tê gotin ku Esad erênî li vê dinêre.Lê ev derew û manîpulasyone. PDK’ê xeta Behdînanê firot Tirkiyeyê. Hewl dide Xebata Bahat, Heftanîn, Metîna û Xakurkê dagir bike. Der barê berjewendiya PDK’ê de tiştek tune, têkiliyên malbatî ya Barzaniyan a bi dewleta tirk re ye.

Tê gotin gelek razemeniyên Barzaniyan li Tirkiyeyê hene. Di vê mijarê de hûn çi dibêjin?

PDK bi tu awayî berjewendiya gelan nafikire û derdekî wan yê wisa tune ye. Xanedanin û berjewendiya wan ji bo xwedîkirina Tirkiyeyê ye. Di geşedanên tevgerên dagirkirinê de bawer nakim ku PDK dabin zorê. PDK ji destpêkê de ji bo ku Tirkiye başûrê Kurdistanê dagir bike, bang kir û teşwîq kir.

Ev hevkariya Barzaniyan ya bi AKP’ê re  divê çawa bê şîrovekirin. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?

PDK ne hêza kurde hêza tirk e. Ji destpêkê de dizanin ku dewleta tirk başûrê Kurdistanê dixwaze. Ew jî dixwazin bi dewleta tirk ve xwe girê bidin. Ev ne teoriyek komployê ye. Ev aşkere ye. Divê nerîna; ‘Barzanî, PDK hêza kurd e, Mesûd Barzanî lîderê kurd e’ bê hilweşandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar