Rojnamevan Ertûş Bozkurt û Mîkaîl Barût li Amedê di serdegirtina malê de hatin bindestkirin
Polîsan li Amedê serê sibê bi ser mala rojnamevan Ertûş Bozkurt û Mîkaîl Barût de girtin. Polîsan piştî lêgerîna li malê Bozkurt û Barût bindest kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Hinceta bindestkirinê nehat zanîn.