Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Rojnameger Bulut: Polîsan 2 saetan ez li nava Amedê gerandim

AMED |

Duh êvarî malbata rojnameger Mazlûm Erencî û hevalên wî yên çapemeniyê li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bernameya bîranînê li dar xistin. Polîsan bîranînê asteng kir û destûr nedan ku rojnameger Erencî bi bîr bînin. Piştî rêzgirtinê polîsan rojnameger Zeynel Bulut bi hİceta “kesan vexwendiye rêzgirtina bîranînê” binçav kirin. Polîs piştre Bulut li maşîneya zirxî siwar kirin û li şûna bibin Miduriyeta Polîsan a Amedê, ew 2 saetan li nava bajar gerandin. Piştî ku îfadeyên Bulut girtin saet di 02.00’ê şevê li Şaxa TEM’ê ya Navçeya Rezana Amedê girtin, serbest berdan.

Rojnameger Bulut behsa nêzîkatiya polîsan li hember xwe kir.  Bulut diyar kir ku ew bi hinceta rêzgirtina bîranîna Mazlûm Erencî hatiye binçavkirin û wiha got: Piştî ez binçav kirim, bi maşîneya zirxî du caran ji Goristana Yenîkoyê heta pişt Otogara Navbajaran birin û anîn. Li derdora Yenî Hal û Ceylan AVM’ê gerandin. Pişt re ez birim Seyrantepeyê. Ji vir jî min anîn Tesîslera û ji wir jî birin Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê. Kontrola tenduristiyê kirin. Ji saet 17.30’an heta nêzî 19.30’an ez li nav bajar gerandim.”

‘Xwestin min bikişînin nava sohbetê’

Di axaftina xwe de Bulut anî ziman ku polîsan her tim xwestin wî bikişînin nava sohbetê û wiha domand: “Pirsên ecêb ên wek tu kî yî? Çima hatiyî goristanê? pirsîn. Min got tu van rêyan nizanî, wan jî got wisa hewce dike. Ji ber ez bi wan re neketim minaqeşeyê û bi israr dixwestin min bikişînin nava sohbetê û bidin axaftin. Wan jî dizanibû ragirtina min ne sûc e. Lê ev meseleya ragirtina min muameleyek kêfî bû û dixwestin min çavtirsandî bikin. Hincetek xurt a min binçav bikin jî tune bû. Li benda fermana dozgeriyê bûn.”

Birin TEM’ê

Her wiha Bulut da zanîn ku ew birine şaxa TEM’ê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî nexweşxaneyê ez birim Miduriyeta Polîsan a Amedê. Lê li vir îfadeyek rûbirû negirtin. Li emniyetê jî car carna diçûn û dihatin sohbet dikirin. Ji bo îfadeyê ji Miduriyeta Polîsan sewqî Şaxa TEM’ê ya navçeya Rezanê kirin. Di derengiya şevê de îfadeyê min girtin û berdan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar