PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Rojnameger çavên heqîqeta civakê ne

Rojnamegerên jin ên Herêma Şehbayê, derbarê êrîşên dewleta tirk û hedefgirtina rojnemegeran de axivîn. Rojnamegerên jin diyar kirin ku rojnameger çavên heqîqeta civakê ne loma rojnameger tên hedef girtin

Êrîşên dewleta tirk ên di 9’ê Cotmehê de li hemberî bakur û rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin didome. Heta niha di êrîşên bênavber de sivîl hedef tên girtin. Di nava vî şerê dijwar de ragihandina çavê heqîqetê rewşa wan ji ya herêmê ne dûr e. Dewleta tirk ji bo çavê rastiyê bigire û dengê rastiyê bifetisînê rojnemegeran hedef digire. Heta niha di nava vî şerî de 2 rojnemeger ji ber êrîşên dewleta tirk jiyana xwe ji dest dan û gelek jê jî birîndar bûn.

Têkildarî mijarê jinên rojnemeger ên Herêma Şehbayê êrîşên li ser rojnemegeran şermezar kirin û nêrînên xwe anîn ziman.

Nûçegîhana Ajansa Hawarê Mizgîn Hemo derbarê hedefgirtina rojnemegeran de ev tişt anî ziman: “Dema me got em  ê bibin rojnemeger me erkekî pîroz hilgirte ser milê xwe û me soz da em bibin  çavê rastiya êşa gelê xwe. Ji dîroka bê bext heta niha gelê me bi qirkirinê re rû bi rû maye. Ev demeke êrîşên dewleta tirk ên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê hene. Şerê tunekirina mirovan e. Hevalên me yên rojnemeger di êniyên pêş de rastiya hovîtiya dewleta tirk ji tevahî cîhanê re ragihandin û di encamê de gelek ji wan hatin hedefgirtin. Em vê hovîtiya li ser rojnemegeran şermezar dikin. Çavên rastiyê divê neyê girtin. Divê rojnemegerên azad li pey bûyeran birevin  û tu kes wan neke hedef.”

Di demên şer de sivîl tên qetilkirin

Nûçegîhana Jin TV Buşra Elî bal kişand ser sivîlên ku di demên şer de tên qetilkirin û diyar kir ku di her şer de mirovên bê sûc dibin qurbanî û wiha got: “Bi êrîşên dewleta tirk a dagirker jî me dît çawa jin û zarok bê sûc tên qetilkirin. Erdogan nirxê mirovan binpê dike û dixwaze derbeyekê li vîn û şoreşa jinan bixe. Em wekî jinên rojnemeger ên şoreşê, qebûl nakin bêdeng bimînin. Rojnameger çavê heqîqeta civakê ne ji bo wê dibin hedef.”

Di axaftina xwe de Elî bal kişand ser taybetmendiyên şoreşa rojnamegeriyê û ev tişt anî ziman: “Di taybetmendiya rojnamegerên welatparêz de, ruhê şoreşgeriyê heye. Rojnameger divê wijdan û exlaqê xwe di ragihandina bûyerê de bimeşîne. Ger ku rojnemeger bê wijdan be, wê çaxê tu wateya navê rojnemegeriyê tune ye. Divê çeka rojnemeger derxistina rastiya hovîtiya dewleta tirk be.”

‘Esasê dewleta tirk li ser xwîna mirovan hatiye avakirin’

Nuçegihana Ronahî TV Zeyneb Berket jî wiha qala armancên  êrîşên dewleta tirk kir: “Dewleta tirk  gelek komkujî  derheqê gelê sivîl de pêk anî. Dîroka dewleta tirk û esasê wê li ser xwîna mirovan hatiye avakirin. Bi hincetên tunekirina terorê Tirkiye cîhanê bi planên xwe dixapîne û dibe xwînmijê osmaniya demê. Ger îro weke rojnemeger em vê rastiyê nedin ber çavê xwe, wê Erdogan gelê me tune bike. Erdogan naxwaze hovîtiya hikûmeta wî derkeve holê, loma êrîşî rojnemegeran dike. Em wek rojnemeger dildarên xeta cangorîyên xwe ne û çavê êş û azarê gelê xwe ne û heta dawiyê em ê li dû rastiyan bin.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar