PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Rojnameger Cengîz Altun hat bibîranîn

Ji bo rojnamegerê Yenî Ulkeyê Cengîz Altun ku di 24’ê sibata sala 1992’yan de li Êlihê hatibû qetilkirin, li ser gora wî merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di merasîmê de hat gotin ku Altun ji bo rastiyê canê xwe feda kiriye û dê bibin şopdarên rêya wî

Nûçegihanê rojnameya Yenî Ulke Cengîz Altun ji ber ku têkiliyên dewlet û Hîzbûlkontrayê derxist holê, di 24’ê sibata sala 1992’yan de di danê sibehê de li Êlihê hate qetilkirin. Altun, di 27’êmîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Êlihê hate bibîranîn. Malbata Altun, endamên Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA), parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, namzeta Hevşaredariya HDP’ê ya Êlihê Songul Korkmaz, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, Dayikên Aştiyê û hezkiriyên Altun beşdarî bîranînê bûn û wêneyên Altun danîn ser gorê. Bîranîn di şexsê Altun de ji bo hemû rojnamegerên hatin kuştin bi rêzgirtinê dest pê kir.

Di merasîma bîranînê de di destpêkê de dayika Altun, Turkan Altun axivî û wiha got: “Binihêre kurê min, vaye îro her kes li vir e. Kurê min wilo ji min re digot ‘Li Vîetnamê bi milyonan însan hatin kuştin, tevî vê yekê jî însan kêm nabin berevajî vê yekê têkoşîna wan mezin dibe.’ Weke ku Cengîzê min digot, li Vîetnamê tevî ewqas zilmê jî însan kêm nebûn berevajî wê zêde bûn. Cengîzê min jî wilo digot. Rast e îro em kêm nabin, em pirttir dibin. Heta rojnameger û yên mîna Cengîzê min têdikoşin hebin, em ê kêm nebin û pirttir bibin.”

‘Em ê bibin şopdarên Cengîzan’

Pişt re jî berdevkê ÎRA’yê Hakki Boltan axivî û destnîşan kir ku rojnamegerên ji kevneşopiya şopa heqîqetê tên dê qet bêdeng nebin û wiha axivî: “Cengîz ji bo çi hate qetilkirin? Cengîz bi boneya biryargehên Hîzbullahê derxist holê û têkiliya dewlet û Hîzbullahê derxist holê hat qetilkirin. Ango bi boneya ku rastî û heqîqet derxist holê hat qetilkirin. Heke ew têkilî dernexista, dibe ku nehata qetilkirin jî. Heqîqetek li holê heye. Em Cengîz û hemû hevalên rojnameger ku hatin qetilkirin bibîr tînin. Bedel û encama wê çi dibe bila bibe em ê li pey heqîqetê meşa xwe dewam bikin.”

Di merasîmê de parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî bi bîr xist ku Altun di serdemeke herî dijwar ku her roj bi dehan can li nava kolanan dihatin înfazkirin hat qetilkirin û wiha pê de çû: “Di serdema herî zor de rojnamegerî kir. Îro jî weke wê serdemê, rojnamegerên bi rûmet heqîqetê dinivîsinin. Em ê her tim li gel kedkarên çapemeniya azad cih bigirin.”

Kujer nehatine dîtin

Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê Devran Yildiz jî bal kişand ser zextên wê demê yên dewletê û ev tişt anî ziman: “Wê demê rojnamegeran ji bo derxistina rastiyê canê xwe feda dikir. Ji wê rojê heta îro tiştek neguheriye. Zext û êrîşên li ser rojnamegeran berdewam dikin. Tevî hemû lêgerîn û dozan jî lê hêj kujerên Cengîz Altun nehatine dîtin.”

Piştî axaftinan,  beşdaran qurnefîl danîn ser gora Altun û merasîma bîranînê bi dawî bû. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar