Tifaqa Şoreşa Rojava

Li Rojhilata Navîn û di siyaseta cîhanî de guhertinên pir bi lez û girîng pêk tên. Di çarçoveya van guhertinan de hêzên hegemon dixwazin...

‘Dewleta Tirk li Sûriyeyê ket xefika DYA’yê’

Ev hevok li ser zimanê hemû şirovekar û şopînerên pispor bi rewşa Sûryê û pêşketinên dawî ên li wî welatî ne, lê xefik çi...

Tifaqa Şoreşa Rojava

Li Rojhilata Navîn û di siyaseta cîhanî de guhertinên pir bi lez û girîng pêk tên. Di çarçoveya van guhertinan de hêzên hegemon dixwazin...

‘Dewleta Tirk li Sûriyeyê ket xefika DYA’yê’

Ev hevok li ser zimanê hemû şirovekar û şopînerên pispor bi rewşa Sûryê û pêşketinên dawî ên li wî welatî ne, lê xefik çi...
Çarşamba - 18 Aralık 2024

Tifaqa Şoreşa Rojava

Li Rojhilata Navîn û di siyaseta cîhanî de guhertinên pir bi lez û girîng pêk tên. Di çarçoveya van guhertinan de hêzên hegemon dixwazin...

‘Dewleta Tirk li Sûriyeyê ket xefika DYA’yê’

Ev hevok li ser zimanê hemû şirovekar û şopînerên pispor bi rewşa Sûryê û pêşketinên dawî ên li wî welatî ne, lê xefik çi...

Rojnameger Daştan: Hêzên navneteweyî piştgiriyê didin Tirkiyeyê

Rojnameger Nazim Daştan hêzên navneteweyî ji bo jiholêrakirina Rêveberiya Xweser piştgiriyê didin dewleta Tirk a dagirker û wiha got: “Hêzên navneteweyî jî dixwazin paradigmaya Konfederalîzma Demokratîk ji holê rakin û Rêveberiya Xweser jî entegreyî pergala netew dewletê bibe. Berxwedana li dijî her cure êrîşan bênavber didome.”

Çeteyên Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) bi piştgiriya hêzên navneteweyî di 8’ê Kanûnê de rejîma Baasê ya 61 salî hilweşand pêvajoyeke nû li herêmê destpê kir. Her wiha bi awayekî hemwext dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê SMO êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kirin û ew êrîş hê jî didomin. Rojnameger Nazim Daştan ku li herêmê dixebite û geşedanan ji nez ve dişopîne tekildarî geşedanên li herêmê ji Ajansa Welat re axivî.

Rojnameger Nazim Daştan bi lêv kir ku li ser bendava Tişrînê êrişên komên çekdar pêk hatine û bi bersiv dayîna HSDê di navbera hezên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê de pêvçûn derketiye. Nazim Daştan bi lêv kir ku bendava Tişrînê ji bo herêmê pir girîng e û wiha got: “Bendava Tişrînê 2’yemîn bendava herêmê ye. Heleb, Minbic û kantona Kobanê ji vê bendavê ceyran û avê dabîn dike. Çeteyên dewleta Tirk dixwazê cih û warê enerjiyê jî dagir bikin. Bi rojan êrişên pir mezin li ser bendavê pêkhatin. Topbaran û bi çeken giran êriş kirin. Her wiha bi SÎHAyan jî êriş pêkhatin. Lê Meclisa Lêşkerî ya Minbicê, HSD û Hezên Parastina Gel (YPG) berxwedaneke mezin dan û nehiştin ew çete bi awayekî hesan van deran dagir bikin lê xetereya êrîşan hê jî heye.”

Nazim Daştan bal kişand ser weşanên çapameniya Tirkiyeyê ku digotin Tişrîn ketiyê destê SMO’yê jî û wiha pê dê çû: “Agirbesta ku dihat gotin Tirkiyeyê û çeteyên giredayî wê nexwastin û dixwazin bi êrişan herême dagir bikin. Êrişên li ser Minbicê pêkhatin jî zêdetirî 2 hefteye berdewam dikin. Li Qereqozak û bendava Tişrînê çeteyên SMO’yê yên giredayî Tirkiyeyê tevî agirbestê jî li ser van herêman êrîşên dagirkeriyê dikin. Balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê li ser asîman digerin. Çapemeniya Tirk jî digot bendava Tişrînê û Pira Qereqozak ketiye destê SMO’yê. Lê rastiyeke wisa tune ye. Me bi xwe jî şopand. Tevî agirbestê jî amadekariya êrîşan dikin. Qereqozak hem ji bo HSD’ê û hem jî ji bo çeteyên giredayî Tirkiyeyê cihekî girîng e. Cihekî ku deriyê Kobanê vedike ye. Heke Pira Qereqozak bê dagirkirin piştre wê dest bi dagirkirina gundewarên Kobanê bikin. Yanî armanc ew e ku êrişî Kobanê bikin û Kobanê bixin bin xetereyê. Ji ber wê jî meriv dikarê bêje planeke wisa niha di meriyete de ye.”

Nazim Daştan destnîşan kir ku hezên navneteweyî ji bo pergala netewa demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji holê were rakirin destûrê dide êrîşên dewleta Tirk a dagirker û wiha pêde çû: “Ew pergala ku li ser esasê şerê gelê şoreşgerî xwe saz kiriye û li dijî hemû cûreyên êrişan ser lingan maye û ji bo Rojhilata Navîn çareseriyek daniye holê. Hêzên navneteweyî jî dixwazin vê pergalê tune bikin. Amerîka ji aliyekî ve tekiliyên siyasî pêş dixînin lê ji aliyê din ve jî li dijî paradigmaya Konfederalîzma Demokratîk dixwazin Rêveberiya Xweser jî entegreyî pergala netew dewletê bibe. Ji ber wê ew şerê ku tê kirin ne tenê li dijî Tirkiyeyê di heman demê de berxwedaneke li dijî hezên navneteweyî ku dixwazin vê pergalê ji holê rakine. Hezên navneteweyî jî car caran Tirkiyeyê weke zordarî li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bikartîne. Ji bo wê jî dibêjin heke hûn vê pergalê ji hole ranekin û entegreyî pergala netew-dewletê nebin dê Tirkiye we tasfiye bike. Bi vê yekê dixwazin metirsiyeke ava bikin. Rêveberiya Xweser 13 sal in bi şerê gelê şoreşgerî li dijî êrişan xwe diparast û îro jî xwe diparêze û şer niha jî didome.”

Rojnameger Nazim Daştan: Tirkiye dixwaze herêmê dagir bike

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar