Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Rojnameger Denîz Firat li ser gora xwe hat bibîranîn

Rojnameger Denîz Firat a di êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî kampa Mexmûrê de şehîd bibû, li ser gora xwe hat bibîranîn. Di bîranînê de têkoşîna Firat hat bibîrxistin û hat gotin ku Denîz li dijî tarîtiyê bûye ronahî

Rojnameger Denîz Firat a di 8’ê Tebaxê 2014’an de di dema êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî kampa Mexmûrê de şehîd bibû, li ser gora xwe ya li gundê Xeçxatûn a girêdayî navçeya Ebexê ya Wanê hat bibîranîn. Platforma Rojnamegerên Jinên Mezopotamya (MKGP), Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG), hevalên rojnameger ên Firat û malbata wê beşdarî bîranînê bûn.

Endama MKGP’ê Safiye Alagaş di bîranînê de axivî û wiha got: “Xebatkarên Çepemeniya Azad, wê tu carî pênûsa Denîz li erdê nexin. Denîz ji aliyê hêzên tarî ve hat qetilkirin. Lê ew li dijî tarîtiyê, ji bo Çapemeniya Azad û jinên kurd rêya ronahiyê vekir. Em li ser gora wê cardin soz didin. Em ê têkoşîna wê her daîm dewam bikin.”

Dest ji berxwedanê berneda

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan jî di axaftina kir de ev tişt anî ziman: “Îro ji bo bîranînan Denîz Firat em li vê derê ne. Di heman demê de, salvegera qetilkirina nûçegihanê Ozgur Gundem ê Bedlîsê Ferhat Tepe û nûçegihanê Ozgur Gundemê yê Serêkaniyê Huseyîn Denîz e. Wek tê zanîn Huseyên Denîz di 9’ê Tebaxa 1992’yan û Tepe jî 8’ê Tebaxa 1993’yan de hatin qetilkirin. Denîz Firat di êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî kampa Mexmûrê de, bi kameraya xwe di çeperên herî pêş de cih digirt. Kêliyekê bi tenê jî, dest ji berxwedana xwe berneda. Rewş li wê derê ji raya giştî re ragihand. Di encama vê berxwedana xwe de birîndar bû û şehîd ket.”

Altan dest nîşan kir ku Denîz Firat, Ferhat Tepe û Huseyîn Denîz parêzvanên herî xurt ên Çapemeniya Azad bûn û wiha bi dawî kir: “Em şopdarê wan e. Em ê têkoşîna wan her daîm dewam bikin. Me têkoşîn û berxwedana wan ji bîr nekiriye û em ê nedin ji bîr kirin.”

Pênûsa wê li erdê nema

Birayê Denîz Firat Seyat Yildiztan jî diyar kir hevalên Denîz pênûsa wê li erdê nehiştin û wiha got: “Em ê jî weke malbata wê şopdarên têkoşîna wê bin. Serê gelê kurd sax be.”

Bîranîn piştî danîna qurnefîlan a ser gora Firat û xwendina duayan bi dawî bû. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar