Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Rojnameger Elî: Gelê kurd li dijî xiyanetê ye

Endamê KNK’ê Selam Elî diyar kir ku gelê Kurd li dijî xeta xiyanetê ye û wiha got: “Dewleta Iraqê ji bo şerê PKK’ê di warê îstîxbaratî û leşkerî de tu sozek nedaye Erdogan ku gotine ev şerek girane û tevil nabin. PDK jî dibêje bêyî beşdariya Iraq û YNK’ê bi tena serê xwe şer nakin.”

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi operasyonên şoreşgerî derbên giran li dewleta tirk a dagirker xistin û anîn ber têkçûnê. Şefê faşîst ê dewleta tirk Receb Tayîb Erdogan ji bo pêşiya têkçûna xwe bigire û Iraqê jî tevli şer bike di 22’ê Nîsanê de serdana Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Şefê faşîst di serdana xwe de li gel Serokwezîr û Serokomarê Iraqê û malbata Barzanî civiya. Serokê faşîst Erdogan di serdana xwe de li gel Iraqê di derbarê mijarên cuda yên weke enerjî, rê, aborî û mijarên din de 26 lihevkirin îmza kirin. Lê di mijara esasî ya ku Erdogan ji bo wê hatibû ku mijara hevkariya Iraqê ya di şerê li dijî gerîlayên azadiyê de bû, tu destkeftî û soz bi dest nexist.

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) rojnameger Selam Elî derbarê serdana têkçûyî ya Erdogan a ji bo Bexda û Hewlêrê, bandor û helwestên gel ên dijî serdanê û êrîşa li ser Stêrk Tv û Medya Haber Tv axivî. Selam Elî di destpêka axaftina xwe de qala serdana Erdogan kir û wiha got: “Erdogan di serdana xwe ya ji bo Iraqê tiştek bi destnexist, berevajiyê wê têkçûnek mezin jiya. Li gel Iraqê tu lihevkirinek pêk neaniye, ji bilî hinek lihevkirinên li ser çend projeyan. Ev proje jî bi hêsanî nayên bi cih anîn û di temenê desthilata Erdogan û Sudanî de nayên pêkanîn. Dewleta Iraqê ji bo şerê PKK’ê di warê îstîxbaratî û leşkerî de tu sozek nedaye Erdogan ku gotine ev şerek girane û tevil nabin. Ji bo wê Erdogan pişta xwe da Bexdayê û wek dijberiya Iraqê berê xwe da Hewlêrê. Lê PDK’ê beriya niha jê re gotibû, bêyî beşdariya Iraq û YNK’ê bi tena serê xwe şer nakin.”

Selam Elî bal kişand li ser bertek û helwesta gel a hemberî serdana Erdogan û wiha pêde çû: “Gelê kurd li dijî xeta xiyanetê ye. Ji bo wê li dijî hatina Erdogan nerazîbûnek berfireh hate raberkirin û gel got ‘hûn nikarin bibin xwediyê vê xakê’. Her wiha YNK’ê jî helwestek neteweyî nîşan da, tevî gef û zextên li ser, hevkariya bi Tirkiyeyê ya ji bo şer qebûl nekir. Diviyabû hemû aliyên din jî vê helwestê raber kiriban.”

Elî derbarê êrîşa li ser her du qenalên Stêrk Tv û Medya Haber Tv de jî axivî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Erdogan her dema ku li Qendîl têk diçe, êrîşî cihên din dike. Ew êrîşa li ser herdu qenalên Stêrk Tv û Medya Haber Tv li Belçîkayê û êrîşa li ser rojnamegerên li Bakur beşek ji planên dewleta tirk bû. Polîsên belçîkî jî, li hemberî her du qenalên ku bi şêweyek exlaqî û heqîqî karê xwe dikirin, kiryarek ji exlaq û demokrasiyê dûr pêkanîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar