Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rojnameger Ermîş: Dewleta tirk dê bi êrîşê re têk biçe

Rojnameger Halît Ermîş da zanîn ku dewleta tirk di êrîşên xwe yên li dijî  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de modêla pêkvejiyanê ya gelan hedef digire û wiha got: “Heke Tirkiye êrîşeke nû yê bejahî bide destpêkirin, dê vêcarê têk biçe.”

Dewleta tirk di 19-20’ê mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşên hewayî kir. Li gel êrîşên hewayî, her wiha herêmê dide ber topan û bombe dike. Di encama êrîşên heta niha de gelek sivîl, endamên meclisa leşkerî û leşkerên rejîma Şamê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di êrîşan de binesaziya herêmê, nexweşxane û dibistan jî hedef tên girtin. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî  gefa êrîşeke bejahî xwaribû. Hêzên DYA, Rûsya û hêzên navneteweyî jî heta niha li dijî van êrîş û gefan dengê xwe nekirine.

Rojnameger Halît Ermîş, têkildarî êrîşên ser herêmê axivî û da zanîn ku di êrîşeke nû ya bejahî de dewleta tirk dê têk biçe.

Ermîş, diyar kir ku armancên stratejîk ên dewleta tirk li dijî herêmê hene û wiha got: “Ji destpêka damezirandina komarê heta niha li dijî kurdan siyaseta qirkirinê heye. Siyaseta herêmê, krîza aborî, hilbijartin jî çendek sedemên rojane ne. Lê ya herî girîng, xitimîna wan a li hemberî gerîla ye. Dixwazin vê têkçûna xwe bi êrîşeke li dijî Rojava binixûmînin. Di mijara çekên kîmyewî de di qada navneteweyî de teşhîr bû. Sûcên wê yên şer teşhîr bûn. Dixwaze vê rojevê biguherîne, kurdan bêhtir krîmînalîze bike û rojevê di bin navê ‘terorê’ de biguherîne û êrîşên xwe rewa nîşan bide. Her ku bertekên gelan ên li dijî qirkirina kurdan zêde dibin, hem NATO û hem jî dewletên piştgiriyê didin wê zehmetiyan dikişînin. Di siyaseta qirkirinê de ev rewş dê wan têxe zehmetiyê. Her wiha ditirse ku li Îranê ji bo kurdan rewşeke defacto derkeve holê. Ditirse ku avadaniyeke mîna Rojava derkeve. Lewma dixwaze rêxistiniya kurdan tesfiye bike. Ji bo vê jî hewl dide bi demê re Rojava tesfiye bike. Dixwaze ji valahiya ber şerê Rûsya-Ûkraynayê sûd bigire. Bi vî awayî hewl dide ji hêzên navdewletî tawîzan bigire û li dijî Rojava bi kar bîne.”

Ermîş, bal kişand ser helwesta hêzên navdewletî ya li dijî êrîşên ser Rojava û ev nirxandin kir: “Li gorî min divê mirov herî zêde bala xwe bide ser Rûsyayê. Hewl dide hikûmeta Şamê rake ser pêyan. Li dijî Rêveberiya Xweser, dewleta tirk weke kozeke bibandor dibîne. Anku mirinê nîşan dide û hewl dide tayê pê bide qebûlkirin. Peyama; ‘şertên me qebûl bike û li rewşa beriya sala 2011’an vegere. Nexwe dê dewleta tirk qir bike’ dide Rêveberiya Xweser. DYA û hêzên koalîsyonê jî ne mîna berê zêde bibandor in. Jê nayê ku daxwazên xwe bi rehetî bidin kirin. Li hemberî wan hêzên xurt ên weke Rûsya, Çîn û Îranê hene. Welatên ereb jî di navbera her du hêzan de siyaseta hevsengiyê dimeşînin. Lewma jî rewşeke ku kurd bibin qurbaniyên bazara wan her tim derdikeve. Bêguman li vir dîsa dewleta tirk dikeve dewrê. Her du alî jî dixwazin dewleta tirk li cem xwe bigirin lewma nikarin helwestekî zelal nîşan bidin. Ne tenê êrîşên bejahî, êrîşên hewayî jî ziyaneke mezin didin herêmê. Lê ev hêz ne li gorî vê ziyanê, li gorî hemleyên xwe yên siyasî tevdigerin.”

‘Bi şer re dê dewleta tirk têk biçe’

Bi domdarî Ermîş bal kişand ser gefên Erdogan û êrîşeke bejahî ya îxtîmal û wiha got: “Li gorî min heke êrîşeke bejahî çêbibe dê ne mîna ya Efrîn û Serêkaniyê be. Di gelê herêmê de berxwedaniyeke mezin heye. Her wiha li dijî dewleta tirk pir bihêrs in. Tevî êrîşan jî herêmên xwe bernadin. Ji Efrîn û Serêkaniyê jî tecrûbe girtin. Ev şer li qadekî teng hatibûn girtin û parçe parçe dagir kirin. Bêguman HSD’ê ji vê tecrûbe girtin. Dît ku dema dewleta tirk wiha êrîş dike, hêzên navdewletî dengê xwe nakin. Lewma li gorî min heke şer derkeve dê ev rewş wiha nedome. Dewleta tirk an dê bişikê an jî dê tişta dixwaze pêk bîne. Lê li gorî min heke şer derkeve dê dewleta tirk têk biçe.

A yekemîn; helwest û sekna gelê herêmê guherî. Êdî naxwazin rewşa heyî bidome û hêrseke wan a pir mezin li dijî dewleta tirk heye. Êdî şerê taybet jî mîna berê bandorê nake. Hemû gelên herêmê xwedî vê helwest û seknê ne. Heke şer li herêmê belav bibe jî dê dewleta tirk bêhtir teşhîr bibe ku dixwaze herêmê dagir û îlheq bike. Şer dê li tevahiya herêmê belav bibe û rewşeke ku dawiya wê nediyar dê derkeve holê. Berxwedaneke mezin dê helwesta hikûmeta Şamê jî bişikîne. Di heman demê de di siyaseta Rûsyayê de jî dê şikestinek çêbibe.

Li hêla din rastiya DAIŞ’ê heye. Heke şer li tevahiya herêmê belav bibe, dê DAIŞ teqez bikeve nava liv û tevgerê. Bi hezaran endamên wan di hefsê de ne, hucreyên veşarî û kampên Roj û Holê hene. Ne tenê Sûriyeyê lê dê tevahiya herêmê têxe nava aloziyê. Dewleta tirk bi vê rastiyê dizane û bi zanebûn wisa tevdigere. Ev rewş ji bo hemû cîhanê talûke ye. Bi hezaran DAIŞ’î dê derbasî Ewropa û dewletên din bibin. Dê rewşeke pir aloz derkeve holê.

Bêdengiya hikûmeta Şamê

Ermîş, destnîşan kir ku hikûmeta Şamê heta niha ji bo demokratîkkirina welêt tu siyaset pêş nexistine û ev tişt anî ziman: “Bêguman di vê mijarê de Îran û Rûsya diyarker in. Dema Rûsya bi dewleta tirk re têkilî û bazariyê pêş dixe, destûra axaftinê nade Şamê. Hikûmeta Şamê li gorî berjewendiyên Rûsyayê yên herêmê û kûrewî tevdigere. Lê em nikarin bibêjin heke Rûsya nebûya dê Şamê bertekên tund nîşanî Tirkiyeyê bida. Ji ber ku ew û Enqere di mijara kurdan de xwedî heman zîhniyetê ne. Vê zîhniyetê, Sûriye veguherand hêlîna çeteyan û hêzên navneteweyî. Tevî vê yekê jî hikûmeta Şamê nakeve nava hewldana guherînê. Rûsya hewl dide rewşa Şamê veguherîna ya beriya sala 2011’an û piştgiriyê dide zextên Tirkiyeyê. Dixwaze ku Rêveberiya Xweser her tiştekî dewrî hikûmeta Şamê bike. Tişta ku dewleta tirk hewl dide bi dagirkerî û qirkirinê pêk bîne, Rûsya bi razîkirina Rêveberiya Xweser hewl dide pêk bîne. Bi qasî ku ez dibînim, Rûsya dixwaze teslîm bigire.”

DYA çima bêdeng e?

Di berdewamê de Ermîş qala bêdengiya DYA’yê ya li hemberî êrîşan kir û wiha domand: “DYA jî ji ber hevsengiyên hêzên navneteweyî wiha bêdeng dimîne. Ev 20 sal in nikare pirsgirêka Iraqê çareser bike. Her wiha li Sûriyeyê ev 11 sal in alozî heye û nayê çareserkirin. Li gelek deverên cîhanê pirsgirêkên wiha hene. TC, valahiya di navbera hêzên kûrewî de bi kar tîne û ew hêz jî li gorî berjewendiyên xwe yên herêmî tevdigerin. Siyaseta DYA’yê ya di sedsala 20’an de li dijî kurdan hêj neguherî ye. Hewl dide hevkêşiya heyî li gorî daxwaza wê çêbibe û bo wê ferq nake bê ka kîjan hêz di vê mijarê de dibe alîkar. Lê di halê hazir de dewleta tirk bêhtir bi kêrî wê tê lewma bêdeng dimîne. Her wiha dewletên ereb û Îsraîl jî di vê hevkêşiyê de cih digirin. Ev hemû jî rê li ber bêdengiyê vedikin.”

‘Modêla pêkvejiyanê hedef tê girtin’

Rojnameger Ermîş bi lêv kir ku yek ji armancên sereke yên êrîşên dewleta tirk, rûxandina modêla pêkvejiyana gelan e û wiha bi dawî kir: “Ev modêl, li dijî pergala kapîtalîst e û alternatîfa pergala netewe dewletê ye. Lewma jî hêzên navdewletî tehemûla wê nakin. Ev hêz dixwazin, pergaleke ku li gorî fermanên wan tevdigere, li gorî siyaseta wan tevdigere û cendirmetiya wan herêmê dike bê avakirin. Lewma jî tehemûla vê pergalê nakin. Heke gelên herêmê di modêla rêveberiya xweser de israra bikin dikarin bi hev re bijîn û li dijî êrîşan li ber xwe bidin. Rûsya, Şam, Enqere, Tehran hemû jî dixwazin herêmê bêparastin bihêlin û li dijî HSD’ê ne. Ev hêz ji hêla hemû gelên herêmê ve hatiye avakirin û dema êrîşek li ser çêbû jî tevahiya gelan hedef digirin. Heke Rûsya û hêzên koalîsyonê destûra êrîşan nedin, dewleta tirk dê nekare êrîşan pêk bîne. Lewma jî heke êrîşek çêbibe, ev tê wê wateyê ku van hêzan raste rast erê kirine.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar