PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Rojnameger Evîn Bûldan hat bibîranîn

Rojnameger Evîn Bûldan li ser gora xwe ya Gevera Colemêrgê ji aliyê malbat û hempîşeyên xwe ve hat bibîranîn

Rojnameger Evîn Bûldan a ku di 2’ê Nîsana 2017’an de di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest dabû, bi tevlibûna malbat, xizmên wê û rojnamegeran li ser gora xwe ya li Gevera Colemêrgê hat bibîranîn.

Di merasîma bîranînê de endam û rêveberên Platforma Rojnamegerên Jinên Mezopotamya, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DGF),  Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Geverê, malbat û gelek hemwelatî amade bûn.

Di merasîma ku bi rêzgirtinê dest pê kir de rêveberê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Zeynel Bûlût axivî û destnîşankir ku hevala wan Evîn di rêya têkoşîna azadiya ji bo gelê kurd xebetên çapemeniyê dimeşand û wiha got: “Em tu carî ked û xebata hevala xwe Evîn ji bîr nakin, bi xebat û têkoşîna xwe mînak bû, evîndara têkoşîna azadiyê bû, xeyal û xebata wê nîvco man , em ê têkoşîna hevala xwe bidomînin.”

Berdevka Platforma Rojnamegerên Jinên Mezopotamyayê Ayşe Guney jî di axaftina de bal kişand ser xebatên Bûldan û ev tişt anî ziman: “Xebatên Evîn hem ji bo rojnamegeriya jinan hem jî ji bo xebatên kurdî pir girîng bûn. Em îro bi saya xebatên wê rihettir dikarin xwe îfade bikin.”

Dayika Evîn Bûldan Nesîbe Bûldan jî wiha got: “Min Evîn mezin kir lê exlaqê xwe ji hevalên xwe girtiye. Hewceye ku em xwedî li xeyalên wan derkevin û xebatên wan bidomînin.”

Hevserokê HDP’ê Abdûlkerîm Akdogan jî di axaftina de diyar kir ku dê li ser şopa doza Bûldanê bin û wiha got: “ Em li ser goristana Evîn Bûldan dîsa soza xwe dubare dikin ku em ê şopdarê doza wê bin.”

Piştî malbat û rojnamegeran karanfîl danîn ser gora Bûldan, merasîm bi dawî bû. Çavkanî: Rojnameya Xwebûnê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar