Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Perşembe - 21 Kasım 2024

Rojnameger Evîn Buldan hat bibîranîn

MKGP û DFG’ê, rojnameger Evîn Buldan ku di sala 2017’an de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora wê bi bîr anî.

Edîtora Rojnameya Rojeva Medyayê Evîn Buldan, di sala 2017’an de li Amedê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Buldan, di 6’emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li navçeya Gever a Colemêrgê hat bibîranîn. Endamên Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), li Goristan Bajêrgeyê hatin ba hev. Her wiha rêveberiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Geverê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî tev li merasîma bîranînê bûn. Dayik û bavên Buldan ku li Wargeha Mexmûrê dijîn jî nekarîn tev li merasîma bîranînê bibin. Di merasîmê de pankartê ku wêneyê Evîn Buldan li ser û bi nivîsa “Em ê te ji bîr nekin” hate vekirin.

Piştî rêzgirtinê, mamê Buldan, Lutuf Buldan axivî û wiha got: “Têkoşîna Evînê û hevalên wê hêj jî rêya me ronî dikin.” Hevserokê HDP’a Geverê Şoreş Dîrî jî got ku ew bejna xwe li ber têkoşîna xebatkarên çapemeniya azad ditewîne û wiha domand: “Di şexsê Evîn Buldan de, em hemû şehîdên çapemeniyê azad bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê li ser şopa kevneşopiya çapameniya azad bin.”

Endama MKGP’ê û nûçegihana JINNEWS’ê Zelal Tunç jî bi bîr xist ku Buldan ji ewil di Azadiya Welat de dixebitî û piştre jî xebatên xwe li Rojeva Medyayê domandin. Tunç, ev tişt anî ziman: “Buldan, di xebatên xwe de ji bo rojnamegerên jin ên kurd her tim bû ronahî. Em ê hewl didin layiqî heval Evîn û rêhevalên wê bibin. Di şexsê Evînê de em bejna xwe li ber hemû şehîdên çapemeniya azad ditewînin. Bi dehan hevalên me ji ber ku heqîqet dinivîsandin, niha di girtîgehê de ne. Lê çi dikin bila bikink, dê nekarin pêşî li ber heqîqetê bigirin.”

Piştî axaftinan jî beşdaran gul danîn ser gora Buldan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar