Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn

Rojnameger Evîn Buldan k udu sal berê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe ya Gevera Colemêrgê ji aliyê hevalên xwe yên rojnameger û malbata xwe ve hate bibîranîn

Edîtora rojnameya Rojeva Medya ku bi rêya KHK’ê hat girtin, Evîn Buldan ku du sal berê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, di salvegera mirina xwe de li ser gora xwe ya navçeya Geverê ya Colemêrgê hat bibîranîn. Tevî malbata Buldan, hevalên wê yên rojnameger, Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê û berdevkê Însiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan tev li merasîma bîranînê bûn.

Di merasîma bîranîna ku li goristana Bajergê pêk hat de berdevkê ÎRA’yê Hakki Boltan axivî û wiha got: “Em di şexsê kesayetiya Evîn de hemû şehîdên çapemeniya azad bi bîr tînin. Em mînetdarê têkoşîna wan in. Evîn bi eşqeke mezin karê xwe dikir. Keda wê dê her tim di kevneşopiya çapemeniya azad de bijî. Êrîşên li hemberî çapemeniya azad dê tu carî me bezar neke. Ji ber soza me ji Evîn û rêhevalên wê re hene. Ev soz soza ku dê em ê li ser rêya çapemeniya azad gava paşve navêjin in. Ne salê carek dê em ê her roj wê bidin jiyandin.”

Piştî axaftina Boltan hevalên wê yên rojnameger û malbata wê qeranfîl danê ser gora Buldan.

Di sirgunê de mezin bû

Evîn Buldan di sala 1990’ê de li Gevera Colemêrgê hat dinê û hîn 4 salî bû yanî di sala 1994’an de ji ber zextên dewleta tirk neçarê koçî başûrê Kurdistanê bûn. Evîn û malbata wê li Başûr piştî mayîne gelek kampan derbasî Kampa Mexmûrê bûn û li Mexmûrê bi cih bûn. Evîn ku jiyana xwe li kampê domand, li Zanîngeha Selahattînê beşa Radyo û Televîzyonê xwe. Evîn piştî qedandina zanîngehê di sala 2011’an de vegeriya ser axa xwe û li Amedê di rojnameya Azadiya Welat ku bi rêya KHK’ê hat girtin de dest bi rojnamegeriyê kir. Evîn Buldan piştî girtina rojname Azadiya Welat, li rojnameya Rojeva Medyayê dest bi karê edîtoriyê kir. Evîn di 2’yê Nîsana 2017’an de jî di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar