Rojnameger Seyît Evran anî ziman ku DYA bi kuştina Qasim Silêmanî re Stratejiya Navend-Hawirdorê ya Tehranê hedef girtiye û got ku dê qadên pevçûnê hîn berfirehtir bibin
Piştî DYA’yê Fermandarê Hêze Qudûsê Qasim Silêmanî û Cîgirê Serokê Heşdî Şabiyê Ebû Mehdî el Muhendîs kuşt, rageşiya li herêmê zêde bû. Rojnameger Seyît Evren rewşa li herêmê ji ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
Evran destnîşan kir ku Silêmanî wisa bi rasthatinî hedef nehatiye girtin û hedefgirtina wî girêdayî Projeya Rojhilata Navîn a Mezin e û got ku li herêmê nakokî-têkilî-pevçûn zêde bûne û piştî van her sê merheleyan dê pevçûnên mezin rû bidin.
‘Stratejiya navend-hawirdorê’
Evran da zanîn ku bi sûîqasta Silêmanî re Stratejiya Navend-Hawirdorê ya Îranê hedef hatiye girtin û ev tişt anî ziman: “Ev stratejî; stratejiya ku Îran tehdît û gefên li hemberî xwe li derve pêşwazî bike. Serekê vê stratejiyê Silêmanî bû. Lê dibe ku ev darbeya DYA’yê, li herêmê bibe sedema zêdebûna fealiyetên Îranê.”
‘Dê qadên pevçûnî berfireh bibin’
Di axaftina xwe de Evran destnîşan kir ku Îran ne welatekî ji rêzê ye, Îran xwedî pergaleke dewletbûnî ya 3 hezar salî ye. Evran anî ziman ku ji Iraqê heta Lubnanê, ji Yemenê heta Sûriyeyê û ji vir jî heta Afrîkayê qadeke berfireh a Îranê heye û wiha domand: “Dibe ku Îran ji bo mîsîllemeyê ecele neke. Wê bisekine, li benda firsendê be. Ez dibêm wê bi vî awayî tola xwe hilîne. Jixwe ji daxuyaniyên rayedarên Îranê jî dixuyê ku wê qadên pevçûnê berfireh bike û wê çalakiyên mîsîllemeyî çê bike. Ev jî nîşan dide ku wê di pêşerojê de qadên pevçûnê berfireh bibin.”
‘Dibe dewlet bi hev re şer bikin’
Di berdewama axaftina xwe de Evren ev tişt anî ziman: “Êdî ne wekî berê ye, artêşên du dewletan bi hev re şer nakin. Şerên niha li ser esasên tenîkê tên kirin. Heger çekên teknîkî bên bikaranîn wê welatên herêmê hemû tesîrê jê bigirin. Belkî ji nişkave çê nebe, lê niha pêvajoyeke dorfireh û berbelav dest pê kiriye. Li gor qenaeta min divê ev êdî wekî şerê dewletan bê binavkirin.”
Kurd û yekitî
Evran anî ziman ku bûyerên li herêmê ji bo kurdan tehdîdine mezin in û wiha axivî: “Qada şerê muhtemel herêmên kurda ye. Loma heger kurd nebin yek wê tesîreke mezin jê bigirin. Loma tenê rêyek li ber kurdan e, ew jî yekitiya neteweyî ye. Ji xeynî vê tu rê tune ye.”
Şer ji şerê wekaletê derbasî şerê esaletê bû
Evran ku bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê, diyar kir ku sûîqasta navbirî tê wateya ku şerên wekaletî cihê xwe dewrî şerên esaletê kirine û got ku welatê ku ewilî berê xwe daye şerê esaletê Tirkiye ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: Li herêmê du hêzên guherandina statukoyê asteng dikin hene; Îran û Tirkiye. Tirkiye, li Sûriyeyê bûbû kirdeya şerên wekaletê. Di 26’ê Tebaxa 2016’an de Tirkiye qîma xwe bi şerê wekaletê neanî û li Sûriyeyê ket El-Bab, Ezaz û Cerablûsê. Paşê di sala 2018’an de jî ket Efrînê û di sala 2019’an de jî ket bakur û rojhilatê Sûriyeyê û şerê esaletê da destpêkirin. Yanî li herêmê welatê ewil daxilî nav şerê esaletê bû Tirkiye ye. Piştî vê bûyerê wê hêzên mezin jî dakevin qadê.” STENBOL