Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rojnameger Evren nehat berdan

Rojnameger Kîbriye Evren a ku di girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiye, cara duyemîn derket pêşberî dadgeriyê. Piştî axaftin û parastinan dozger dîsa biryara dewama girtina Evren da

Rojnameger Kîbriye Evren a di 9’ê cotmeha 2018’an de di çarçoveya operasyona li dijî siyasetmedaran de hatibû girtin cara duyem derket pêşberî dadgeriyê.. Danişîna duyemîn a doza Evren li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun, aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan, endamên Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê û gelek rojnameger doz şopandin.

Evren a bi îdiaya ‘Endama rêxistinê ye’ tê darizandin, ji girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi rêya dîmen beşdarî danişînê bû. Evren ku ji 16’ê kanûna 2018’an vir ve ji bo rakirina tecrîdê di geva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, sûcdariyên li ser xwe red kir û got ku tiştên wê pê sûcdar dikin hemû xebatên rojnamegeriyê ne û xwest bê berdan û beratkirin.

Evren beyanên şahidên nepen red kir

Di axaftina xwe de Evren beyanên şahidên nepen red kir û wiha got: “Ez rojnameger im dikarim bi her aliyî re hevdîtin bikim. Ez çûm derveyî welat lê ji bo nûçeyan çûm. Ez çûm Iraqê jixwe parêzerê min nûçeyên li wir li dosyeyê zêde kiriye.”

Parêzer Pîrozxan Karalî jî miwekîla xwe Evren parast û destnîşan kir ku beyanên şahidên nepen hemû razber in û hevdîtinên bi boneya rojnamegeriyê divê wiha neyên nirxandin û beraeta miwekîla xwe xwest.

Dozger jî delîlên heyî, rewşa guherîna delîlan û wesfa sûcên xistine stûyê Evren girt ber çavan û xwest girtî bê darizandin.

‘Bila tecrîd rabe’

Piştî dozger Evren dîsa parastina xwe kir û bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê. Evren diyar kir ku ji bo piştevaniya Leyla Guven 26 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Serokê dadgehê jî pirsa “Daxwazên Leyla Guven çi ne?” kir û li ser vê pirsê Evren wiha bersiv da: “Bila tecrîd rabe û aştî pêk were.” Lê hêj Evren axaftina xwe dewam dikir, kesên doz dişopandin derxistin derve û salon vala kirin. Heyeta dadgehê jî bi heman hincetên dozger biryara dewama girtina Evren da. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar