Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Rojnameger Guleş: Serbilind im ku tev li vê berxwedanê bûm

Rojnameger Mehmet Guleş bi nameyekê sedema çalakiya xwe ya greva birçîbûnê vegot. Guleş diyar kir ku di rewşa heyî de gelê kurd têkoşîna hebûn û tunebûnê dide û di vê rewşê de erk û berpirsyariyên her kesî hene. Guleş anî ziman ku ew bi keyfxweş û serbilind e ku tev li pêvajoya serdema berxwedana dîrokî bûye

Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin, Mehmet Guleş li Girtîgeha Jimar 1 a Bi Ewlehiya Bilind a Xarpêtê tê girtin. Guleş li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji 4’ê adarê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Guleş têkildarî çalakiya xwe û rewşa li girtîgehê nameyek şand.

Rojnameger Guleş da zanîn ku heta niha 9 kîloyan zeîf bûye. Guleş anî ziman ku rêveberiya girtîgehê rojnameya Yenî Yaşamê nade wan û pêwîstiyên wan ên qantînê pêşwazî nake. Guleş got ku her wiha qehwe, salep, ava fêkiyan û karbonatê nadin girtiyan û wiha domand: “Ji 1’ê adarê ve hevalên me yên ku di odeyên yekkesî de di grevê de ne, hene. Ev hevalên me zêdetirî saleke bi awayekî bêhiqûqî di van odeyan de tên girtin. Tevî ku bi dehan caran ji bo derketina ji van odeyan daxwazname nivîsandine jî ev daxwaza wan her gav tê redkirin. Ew jî li dijî vê yekê, kontrolên tansiyon û şekirê red dikin. Em ji rewşa wan a tenduristiyê bi guman in. Daxwazên me yên guhertina odeyê jî nayê qebûlkirin.”

‘Erk û berpirsiyariyên me hene’

Di berdewamê de jî Guleş bi lêv kir ku bi keyfxweşî û serbilindî 71 roj in di greva birçîbûnê de ye û wiha got: “Ji ber pêvajoya lêhûrbûna xwe ya watedayîna jiyanê, ferq nakim bê ka rojên min çawa derbas dibin. Mîna berê nikarim pirtûkan bixwînim. Ji ber vê jî piraniya dema min bi bêhnvedanê derbas dibe. Di dema heyî der erk û berpirsyariyên me hene. Reva ji wan, ne wijdanî û ne jî exlaqî ye. Di demekî ku gelê me têkoşîna hebûn û tunebûnê dide, di demekî ku li ber çavên me laşên mirovan dihelin de min nedikarî xwe li bêdengiyê danim.”

Wateya girtina rojiyan û meha Remezanê

Nameya rojnameger Mehmet Guleş wiha bi dawî bû: “Berxwedaneke dîrokî tê nivîsandin. Em jî şahidiya vê dîrokê dikin û dijîn. Di sedsala 21’emîn de ku mirovan bi dîtina Çalareş (Kara Delîk) dîrok nivîsandin, em di dîroka vî welatê bêyom de li dijî zilmê di greva birçîbûnê de ne. Dibe ku ev çalakî hezar sal berê dest pê kiribe lê di salên 1980’ê de hate dîtin. Lê ger ku hêj jî mirov neçarî vê çalakiyê bibin, ev nîşaneya paşdemayîna vî welatî ye. Ji ber meha Remezanê, mirov girtina rojiyê dipirsin. Misilman bi boneya meha Remezanê ji bo ku xwe ji gunehan paqij bikin, nefsa xwe bisînor bikin û mafên mirovan nexwin, tobe dikin. Lê qet pêwîstî bi pirsa ‘ev mirovên bi mehane di grevê de çi dixwazin? û di vê sedsalê de çima mirov serî li vê çalakiyê didin?’ nabînin. Piştre jî dibêjin; ‘em mafê evdan naxwin.’ Bi hezaran kesan li dijî zilmê serî li vê rêbazê dane û li ber xwe didin. Li bi hezaran kesên bi rojî li dijî zilmê bêdeng in. Du rêbazên girtina rojiyan hene. Ya yekemîn; xwe ji gunehan paqijkirin e. Ya duyemîn jî; çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî zilmê ye. Bi vê rêbazê re bi serbilind û aştiyane dijîn û dixwazin mirinan asteng bikin.” XARPÊT

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar