Rojnameger Huseyîn Aykol di saetên nîvro de li mala xwe ya li Enqereyê hate binçavkirin. Ji ber doza Ozgur Gundemê li Aykol 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hatibû birîn. Tê payîn ku piştî cezayê Aykol li gel wî hate xwendin dê bişînin Girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê
Hevgerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Ozgur Gundemê (Bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de hatibû girtin) Huseyîn Aykol, di saetên nîvro de li mala xwe ya li Enqereyê hate binçavkirin. Ji ber îdiaya ‘Propagandaya rêxistinê kiriye’, heyeta dadgehê li rojnameger Aykol 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê birîbû.
Hat zanîn ku polîsan Aykol bire Edliya Rojava ya Sîncanê. Tê payîn ku piştî dadgehê cezayê Aykol li gel wî xwend dê bişîne Girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê.
Rojnameger Aykol dema ku kovara Toplûmsal Dîrîlîş ku yek ji waşanên destpêkê yên Çapemeniya Azade derket, di girtîgehê de bû. Piştî ku Aykol ji girtîgehê derket, di salên 90’î de di avakirina rojnameya Halk Gerçegî ku weşana heftane dikir de cih girt. Rojnameger Aykol xebatên xwe yên rojnamegeriyê di demên piştre li gorî rêzê di rojnameyên Ozgur Ulke, Ozgur Gundem, Ozgurlukçu Demokrasî û Yenî Yaşamê de berdewam kirin. Aykol xwedî tecrûbeyekî mezin a weşangerî û rojnamegeriyê yê 45 salene.
Der barê rojnameger Huseyîn Aykol de heta niha 63 doz hatine vekirin. Dozên Aykol hê jî li dadgehên îstînafê berdewam dikin. ENQERE