Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...

Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...
Cuma - 6 Eylül 2024

Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...

Rojnameger Işik: Planên Tirkiyeyê li ser satûya kurdan hene

Rojnamevan Fehîm Işik diyar kir ku PDK ji bo desthilatdariya xwe hevkariya dewleta tirk a dagirker dike û wiha got: “Li herêmê hesab û planên Tirkiyeyê li ser statûya kurdan heye. Misogeriyê dide PDK’ê lê belê qadên din ên kurdan xistine hedefa xwe. Li Başîkayê baregeha leşkerî ava kirine û li vir armanc ew e ku Mûsilê û Kerkûkê bixin bin kontrola xwe.”

Rojnameger Fehîm Işik êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê ya li dijî başûrê Kurdistanê pêk tîne nirxand. Işik anî ziman ku armanca sereke ya Tirkiyeyê kontrolkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê ye û got: “Ev polîtîka bi îdeolojiya Neo-Osmanîzmê ve girêdayî ye. Di esasê xwe de îdiaya ku PKK hedef tê girtin heye. Lê her çiqas li Rojava PKK tune be jî êriş pêk tên. Ji ber vê yekê cihên weke Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê hatin dagirkirin. Ji sala 2018’an û pê ve Tirkiye bi sûdwergirtina ji lawaziyên PDK’ê gav bi gav li Başûrê bi cih bû. Bingeha vê pêvajoyê di salên 1990’î de hat avêtin, lê ji sala 2018’an ve li herêmê baregehên leşkerî yên mayînde û mezin dest pê kirin. Tirkiye beriya 1’êê Hezîrana 2014’an 64 baregeh ava kiribûn, di sala 2024’an de ev hejmar derket 71 heban.”

Işik anî ziman ku li gorî çavkaniyên ji başûrê Kurdistanê radigihînin armanca sereke ya Tirkiyeyê Hewlêr e û wiha got: “Hewler nih di kontrola PDK’ê de ye. PDK jî bi dewleta tirk re hevkariyê dike. Armanca Tirkiyeyê ew e ku qadên sivîl ên Hewlêrê bixe kontrola xwe.”

Işik destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze li herêmê serdestiya xwe ava bike û wihja domand: “Li herêmê hesab û planên Tirkiyeyê li ser statûya kurdan heye. Misogeriyê dide PDK’ê lê belê qadên din ên kurdan xistine hedefa xwe. Li Başîkayê baregeha leşkerî ava kirine û li vir armanc ew e ku Mûsilê û Kerkûkê bixin bin kontrola xwe. Li Kerkûkê tevî ku hilbijartin hatine kirin jî hê jî waliyê bajêr nehatiye bijartin. Tirkiye li vir jî dixwaze PDK’ê û Tirkmenan bide kêleka xwe û YNK’ê berteraf bike.”

Işik da zanîn ku rêveberiya Bexdayê jî hevkariya şer û polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser herêmê dike û her çiqas rayedarên Iraqê daxuyaniyên li dijî êrişên Tirkiyeyê bide jî lê ew daxuyanî têr nakin.

Işik destnîşan kir ku hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re li Iraqê bû sedemê nerazîbûna hin aliyan û got: “Grûbên Şiî gotin ku ew ê cilên leşkerî li xwe bikin û li dijî dewleta tirk şer bikin. Lê bele ev nerazîbûn pere nakin. Çimkî sewqiyata leşkerî berdewam dike. Iraq dikare vê asteng bike lê bele ji ber ku hevkarî bi destê PDK’ê tê kirin nikare asteng bike. Li Iraqê nerazîbûn zêde bûn. Li ser vê yekê Mesûd Barzanî yê ku ev 6 sal in neçûye Bexdayê, rabû çû wir û hevdîtinan pêk anî. Mesûd Barzanî li wir berdevkiya Erdogan kir û PKK’ê wek hincet nîşan da û diyar kir ku hatina Tirkiyeyê jineçarî ye. PKK jî hebûna xwe ya li herêmê wek parastina rewa îfade dike û diyar dike ku mafê wê yê parastinê heye. Hevdîtinên Mesûd Barzanî parçeyek plansaziyên ku li pêş dikevine ye.”

Işik destnîşan kir ku hebûna Tirkiyeyê ya li herêmê tenê ne di warê leşkeriyê de ye û got: “Di heman demê de armanca Tirkiyeyê ew e ku êrîşî aborî, çand û siyaseta herêmê bike û bixe bin kontrola xwe. PDK ji bo berjewendiyên xwe madî hevkariya Tirkiyeyê dike. Tenê ne li ser petrole di faliyetên din ên aboriyê de jî berjwendiyan bi dest dixe. Bi milyonan dolarên mala Barzanî di Halk Banka Tirkiyeyê de hene. PDK ji bo desthilatdariya xwe hevkariya Tirkiyeyê dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar