Rojnameger Yûsûf Karataş anî ziman ku dewleta tirk bi mutabaqata li Soçiyê re hem rejîma Sûriyeyê nas kir û hem jî negihişt armancên xwe. Karataş got ku kurd di dawiya dawî de li Sûriyeyê dê bibin xwedî statû û Rûsya jî dê bibe garantorê vê statûyê
Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimir Putin û serokê giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan têkildarî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk a li dijî rojavayê Kurdistanê, di 22’yê cotmehê de li Soçiyê hevdîtin kiribû. Piştî hevdîtinê jî mutabaqateke ku ji 10 xalan pêk dihat, parve kirin. Têkildarî vê mutabaqatê rojnameger Yûsûf Karataş ji MA’yê bi Ferhat Çelîk re axivî.
Yûsûf Karataş anî ziman ku bi vê mutabaqatê re dê bandora Rûsyayê ya li Sûriyeyê zêdetir bibe û wiha got: “Bi mutabaqatê re hin bend danîn pêşiya armancên Tirkiyeyê. Tirkiyeyê dixwest ku herêmeke biewle ya bi dirêjiya 444 kîlometre û bi kûrahiya 32 kîlometreyan dixwest. Lê tenê Serêkaniyê û Girê Spî bi dest xist. Di peymana bi DYA’yê re ji bo herêmên din pêşî lê hate girtin. Erdogan bi hêviya ku ev bend li pêşiyê bên rakirin çû Soçiyê. Lê Rûsyayê destûr neda. Tenê destûr hat dayîn ku li cihên ku ketiyê bimîne. Mivor dikare vê peymanê weke peymana bidestxistina dem jî binirxîne.”
Mutabaqata Edeneyê
Bi berdewamî jî Karataş bal kişand ser Mutabaqata Edeneyê û wiha derbirî: “Tirkiyeyê di demên berê de rejîma Esad esas nedigirt. Lê qebûlkirina Mutabaqata Edeneyê ew e ku tu rêveberiya Sûriyeyê nas dikî. Ev nîşan dide ku kurd dê bibin xwedî statû. Çapemenî dibêje ku Tirkiye bi ser ketiye. Lê tiştekî wisa nîne. Di halê heyî de Rûsyayê hevsarên li rojhilatê Firatê jî xistin destê xwe.”
‘Kurd dê bibin xwedî statû’
Karataş bi lêv kir ku rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeta sêyemîn esas digirt û wiha dom kir: “Lê belê di demên dawî de rola DYA’yê diyarkertir e. Lê Rûsya hevkariya kurdan û DYA’yê weke gefekê dibîne. Du meh berê Sûriyeyê ji bo kurdan di got; ‘terorîst’. Ji ber ku hevkariya kurdan û DYA’yê weke gef dibînin. Ji xwe bi vekişîna DYA’yê re jî Rûsya kete dewrê û hevdîtinên di navbera kurdan û rejîma Sûriyeyê de dest pê kir. Dibe ku kurd îro mîna duh di hêla parastinê de xwedî pêşwendî nebin. Lê kêm be jî Îran û Rûsya piştgiriyê didin statûya kurdan. Di hevdîtinên li Îmraliyê de jî Abdullah Ocalan di got ku çareserî bi hevdîtinên rejîma Sûriyeyê re çêbibe. Li vir Rûsya ji bo kurdan roleke garantor dilîze.”
Armancên dewleta tirk
Herî dawî jî Karataş ev tişt anî ziman: “Dema ku Tirkiye di sala 2011’an de mudaxilî şerê Sûriyeyê bûy, du armancên wê hebûn. Armanca yekemîn ew bû ku bi rûxandina Sûriyeyê re bibe pêşenga Rojhilata Navîn, a duyemîn jî tunekirina destkeftiyên kurdan bû. Lê her du armancên wê jî pêk nehatin.” STENBOL