Rojnameger Kîbriye Evren a debarê wê de 20 sal cezayê girtîgehê dihat xwestin, hat berdan
Rojnamevan Kîbriye Evren di 9’ê Cotmeha 2018’an de li Amedê li gel 142 kesan hatibû binçavkirin û paşê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hatibû girtin. 8’emîn danişîna doza Evren ku derbarê wê de 20 sal cezayê girtîgehê dihat xwestin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.
Rojnameger Evren û parêzserên wê Resûl Tamûr û Pîrozhan Karali beşdarî danişînê bûn. Malbata Evren, hevalên wê yên rojnameger, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya û berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Botan danişîna Evren şopandin.
Di danişîna hat dîtin de, dadgehê derbarê Evren de biryara berdanê da. AMED