Rûniştina doza rojnameger Kîbriye Evren ku 143 roj in di greva birçîbûnê de ye, hat dîtin. Lê heyeta dadgehê biryara berdewama girtina Evren da
5’emîn danişîna doza rojnameger Kîbriye Evren ku 143 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Rûniştina ku Evren tev li nebû, parêzerên wê amade bûn. Heyeta dadgehê biryara berdewamkirina girtina Evren da û rûniştin taloqî 18’ê tîrmehê kir. AMED