Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rojnameger Muftuoglû ne tenê ye, divê were berdan

Hevserokê DFG'ê Serdar Altan diyar kir ku divê ev bêhiqûqî û êşkenceya li ser rojanameger Dîcle Muftuoglû bi dawî bibe û wiha got: “Di 29’ê sibatê de danişîna Dîcle Muftuoglu wê li Amedê bê dîtin, divê her kes piştgiriyê bide doza Dîcleyê û were danişînê. Dîcle ne bi tenê ye.”

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê Tirkiye kirine girtîgeheke rojnameger, siyasetmedar û muxalîfan.  Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû di 29’ê nîsana 2023’yan de li Amedê di serdegirtina malê de hat binçavkirin û di 3’yê gulanê Roja Rojnamegerên Cîhanê de ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin û ew şandin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê. Di îdianameyê ku ji 43 rûpelan pêk tê, di 41 rûpelan de gotinek jî ne der barê Muftuoglûyê de ye. Muftuoglû bi “endamtiya rêxistinê” û “rêveberiya rêxistinê” tê sûcdarkirin. Muftuoglû ku 2 caran li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê derket pêşberî dadger, nehat berdan.

Danişîna sêyemîn a Muftûoglûyê dê di 29’ê sibatê de li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. Beriya danişînê, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Cemiyeta Rojnamegerên Hemdem (ÇGD), Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA), Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî û Çapemeniyê ya Tirkiyeyê (BASIN-ÎŞ), Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) jî di nav de 6 saziyên pîşeyî bang li saziyên navneteweyî kirin.

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan diyar kir ku rojnameger Muftuoglû 10 meh in girtî ye û destnîşan kir ku girtina wê veguheriye cezakirinê. Altan diyar kir ku di şexsê Muftuoglûyê de rojnamegerî tê darizandin û got: “Lê belê Muftuoglû ji ber ku rojnamegereke kurd e, baş xwedî lê nayê derketin. Ev me xemgîn dike. Lê belê erka rojnamegeran parvekirina heqîqetê ye. Zextên ji ber bêdengiya li ser girtina rojnamegerên kurd her diçe zêde dibin. Me her tim gotiye ger hûn îro li hemberî zextên li ser me bêdeng bimînin wê sibe dora bê we û wiha bû. Ji ber vê yekê em dibêjin werin em bên cem hev û dawî li vê bêdengiyê bînin.”

Altan anî ziman ku beriya danişînan ji bo xwedîderketina li girtî Muftuoglû bangawazî kirine û wiha got: “Ev bang her çi qas girîng bûn jî me dît ku têrê nakin. Vê carê jî me bi îmzeya 6 saziyên rojnamegeriyê yên li Tirkiye û Kurdistanê bang li rojnamevanên navneteweyî, parêzvanên mafên mirovan û partiyên siyasî kir. Armanca sereke ya bangê ew e ku li hemberî doza Dîcle Muftuoglûyê bêdeng nemînin. Em dixwazin her sazî di warê xwe de çi ji destê wan tê bike, hin bi rêya medyaya civakî, hin bi daxuyaniyên çapemeniyê û hin jî bi xebatên li Tirkiyeyê.”

Altan ji bo danişîna 3’yan a Muftuoglûyê ku wê di 29’ê Sibatê de bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir û wiha got: “Êdî ev yek nayê qebûlkirin. Divê kes vê qebûl neke. Divê ji bo vê yekê tiştek bê kirin. Êdî gotin bi kêr nayê. Divê ji bo vê tevgerek xebat hebe. Ji ber ku êdî kêr gihaştiye hestî. Divê ev bêhiqûqî û êşkence bi dawî bibe û Dîcle bê berdan. Di roja danişînê de divê her kes piştgiriyê bide doza Dîcleyê û were danişînê. Dîcle ne bi tenê ye. Dîcle Muftuoglû rojnamevan e û rojnamegerî ne sûc e. Dîcleyê sûc nekiriye. Divê demildest serbest bê berdan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar