Xebatkarê rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar ku di 19’ê çileya 1993’yan de li Wanê hatibû qetilkirin, li Wanê li ser gora xwe hat bibîranîn. Di merasîmê de rojnameger Zeynep Durgut axivî û da zanîn ku ew ê li ser şopa Apê Mûsayan, Denîz Firatan, Gurbetelliyan û Orhanan têkoşîna xwe bidomînin
Xebatkarê rojnameya Ozgur Gundemê ku di sala 2016’an de bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê de (KHK) hate girtin Orhan Karaagar ê di 19’ê çileya sala 1993’yan de di înşeatekê li ser Cadeya 2’yê Nîsanê li Wanê hate kuştin, di 27’emîn salvegera kuştina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Xaçort a Wanê ji aliyê hempîşeyên xwe ve hate bibîranîn.
Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê jî nûçegihana Jinnewsê Zeynep Durgut axivî û wiha got: “Weke ku tê zanîn hevalê me Orhan di sala 1993’yan de ji aliyê hêzên tarî ve bi awayekê hovane hate qetilkirin. Ji wê salê heya niha tu tişt ne guherîne û hîn jî li dijî çapemeniya azad êrîş û zext hene. Dîsa rojnameger tên binçavkirin, girtin û gef lê tê xwarin.”
‘Kevneşopiya çapemeniya azad didome’
Di berdewamê de jî Durgut bi lêv kir ku ligel hemû zextan jî çapemeniya azad, di hemû qadên jiyanê de kevneşopiya xwe berdewam dike û wiha pê de çû: “Rastiyan dinivîse û tawîzan nade. Çapemeniya azad, li hemberî gefan, girtinan û êrîşan tu carî serî netewand û dê netewîne jî. Em li ser şopa Apê Mûsayan, Denîz Firatan, Gurbeteliyan, Kadrî Bagdûyan û Orhan Karaagaran meşa xwe dewam dikin.”
Durgut da zanîn ku ligel ku bi ser kuştina Karaagar re 27 sal derbas bûn jî, hê jî kujerên wî nehatine darizandin û wiha bi dawî kir: “Bi dehan caran gef li Karagar hatin xwarin. Herî dawî jî hate qetilkirin.”
Piştre jî xwişka Karaagar, Şengul Karaagar axivî û di şexsê birayê xwe de rojnameger Hrant Dînk bi bîr anî. Karaagar wiha domand: “27 salin faîl nehatine dîtin. Heya ku faîlên Orhan bên dîtin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Weke Hrant Dînk gotî bi salane em civakeke ku êş dikişînin. Bi dubareyî kişandina van êşan bi rastî jî nayê pênasekirin. Sal bi sal ev êş mezintir dibin. Domandina têkoşînê jî erka me ye.”
Malbat û hempîşeyên Karaagar piştî axaftinan, qurnefîl danîn ser gora wî. WAN