Polîsên dewleta tirk li navçeya Bazîd a Agiriyê rojnameger Azîz Oruç, hevserokê HDP’ê yê Bazîdê Abdullah Ekelek û welatiyê bi navê Muhammet Îkram Muftuoglu binçav kirin
Li navçeya Bazîd a Agiriyê polîsan bi ser gelek malan de girt û di navde rojnameger û siyasetmedar jî, gelek kes binçav kirin. Polîsan di serdegirtina malan de rojnameger Azîz Oruç û hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Bazîdê Abdullah Ekelek jî li ser rêya Bazîd- Agiriyê binçav kirin.
Di heman saetê de polîsan bi ser mala welatiyê bi navê Muhammet Îkram Muftuoglu de jî girt û Muftuoglu binçav kirin. Polîs bi kûçikan ketin malê û deriyê malê şikandin. Polîsan di lêgerînê de şopa tiliyan girtin û hemû alav û amûrên malê tev li hev kirin.
Wezareta Karên Hundir jî têkildarî binçavkirinê daxuyanî da û ji bo rojnameger Azîz Oruç got; ‘terorîst’. AGIRÎ