Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rojnameger Ozugurlu: Heta alî beşdar nebin encam nagire

 

 

Rojnameger Musa Ozugurlu Konferansa CHP’ê ya Sûriyeyê nirxand û wiha got: “Heta niha civînên Astana, Soçî, Cenevre û di bin baneyê Neteweyên Yekbûyî de hatin li dar xistin. Lê heta niha hêz û aliyên li qadê tev li van civînan nebin encam nagire.

Partiya Gel a Komarê (CHP) di 28’ê îlonê de li Stenbolê Konferansa Sûriye ya Navneteweyî ya bi temaya “Li Sûriyeyê Deriyê li Aştiyê vedibe”  li dar xist. Di konferansê de nûnerên DYA, Rusya, Îran, Irak û Yekitiya Ewropa amade bûn. Yek ji beşdarên Konferansê Rojnameger û nivîskar Musa Ozugurlu bû. Ozugurlu ji Ajansa Mezopotamyayê re axivû. Ozogurlu diyar kir ku ji ber konferansa yekem bû girîng bû û wiha got: “Divê hemû alî bê şert û merc li hev kom bibin û niqaşan bimeşînin. Di serdema Bahara Ereban de li Tirkiye tenê aliyê îktîdarê axivî. Îktidarê bi tena serê xwe polîtikayên xwe kirin biryar. Li pêş cemaweriyê nîqaş nehatin meşandin. Dîsa hêza muxalif jî ji bo li vê meseleyê xwedî derkeve neketin nava hewldanan. Dema em bi vî rengî lê binerin ev konferans ji ber gava yekem e girîng e. Kêmasî û zêdehiyên wê hene. Divê ev yek bê nîqaşkirin. Lê ji ber yekem gav hatiye avêtin girîng e. ”  

Ozugurlu destnîşan kir ku ev yek ne civîna çareseriyê bû û wiha axivî: “Ji ber ji Hêza Sûriyeya Demokratik kes beşdarî vê konferansê nehat kirin kêmasiyek mezin e. Dîsa ji ber nûnerên Rejîma Baas a Sûriye ku dawetî konferansê hatin kirin û Tirkiye vîze neda wan jî kêmasiyek mezin e. Nehatina wan û nebeşdariya wan kêmasiyek mezin e. Dez avantaj e. Çawa dema ku Sûriye di nava xwe de makeqanûna xwe ava dike girîng e hemû aliyan tev lê bike. Di vê konferansê de jî tevlêbûna aliyan ew qas girîng e. Çiqas bibin sedema bêzarbûnê jî diviyabû bihatina dawetkirin. “

Înkar çareseriyê pêk nayne

Ozugurlu destnîşan kir ku hîndekarê Zanîngeha Harvard a DYA’yê Doç. Amy Austin Holmes di konferansê de li dijî Tirkiye û CHPê nerînên xwe anî ziman û wiha lê zêde kir: Ev yek hem ji aliyê Tirkiye ve û hem jî ji aliyê CHP’ê ve bibe sedema bêzarbûnê jî divê cih bide nerînên cuda. Ger ku nerînên cuda derkevin holê wê fikrên hevpar jî derkevin holê. Dema hemû nerîn neyên niqaşkirin û parvekirin, yekparetiya fikrê jî lawez dike. Çareserî pir hêsan e. Em bixwazin jî nexwazin jî li qadê pir hêz hene. Em van hêzan înkar jî bikin û biparêzin jî ev hêz hene. Dewletên piştgiriyê didin van hêzên herêmê jî hene. Dewletên li dijî van hêzan jî hene. Divê li ser konsensusa herdu aliyan kêfxweş bikin bibin yek. Ji bo vê yekê divê nerîn û daxwazên aliyan bên niqaşkirin û parvekirin. Dema em li mijarê dinerin Xeta Sor a Şamê jî heye, Xeta sor a HSD’ê jî heye. Tirkiye naxwaze herdu alî jî bi ser bikevin. Rusya bi hevsengiyekê nêzîkî herdu aliyan jî dibe. Îran bi aliyekî re di nava têkiliyên germ de ye.”

Divê bê şert bên cem hev

Ozugurlu da zanîn ku heta niha civînên Astana, Soçî, Cenevre û Neteweyên Yekbûyî hatin lidarxistin û encam derneket û xwest bê şert û merc nûnerên Şam, HSD, Tirkiye, Rûsya, Îran û nûnerên herêmê din tev li van civînan bibin. Ozugurlu diyar kir ku divê bê şert û merc alî li hev kom bibin û niqaş bikin. STENBOL

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar